Konferansa gaziyên Dêrezorê hat lidarxistin

 

Yekemîn Konferansa Gaziyên Dêrezorê bi şîara, “Em ê şoreşa bi fikir û felsefeya Rêber Apo ava bûye bi hemû hêza xwe biparêzin” hat lidarxistin.

Konferansa Yekemîn a Komeleya Gaziyên Dêrezorê bi beşdariya bi dehan gaziyên şer û mêvanan bi şîara, “Em ê şoreşa bi fikir û felsefeya Rêber Apo ava bûye bi hemû hêza xwe biparêzin” pêk hat.

Cihê konferansê bi wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê û yên Rêber Apo hat xemilandin.

Konferansa bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.

Li dû hilbijartina dîwanê nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî gaziyan, peyama QSD û Tevgera Jinan a ji bo gaziyên şer hatin xwendin.

Di konferansê de li ser navê rêveberiya herêmê ya eskerî, Desteya Hundirîn, Meclîsa Giştî ya Gel,  Saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Zenûbiya axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de rola gaziyan a di nav şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hat ziman, konferansa komeleya Dêrezorê hat pîrozkirin.

Piştî xwendina rêziknameya komeleyê, guftûgo û nirxandin hatin kirin. Li dû nîqaş û nirxandinan rêziknameya komeleyê hat qebûlkirin.

Di konferansê de der barê şêwazê rêxistinî, perwerde, xebat û rola gaziyan de jî nirxandinên berfireh û girîng çêbûn.

Di konferansê de 17 kes ji bo Meclîsa Komeleya Dêrezorê hatin hilbijartin û navê komeleyê weke Komeleya Şehîd Hisên hat pejirandin.

Konferans piştî axaftina girtinê bi dirûşma, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button