Komplogeran hewl dan di şexsê Rêber Apo de neteweyekê tine bikin

Gaziyê şer Azad Efrîn diyar kir ku hêzên komploger hewl dan di şexsê Rêber Apo de gel û neteweyekê tine bikin û got, “Rêbertiya me bi berxwedan û têkoşîneke mezin nehişt komplo bi ser bikeve.”
9’ê Cotmeha 1998’an weke roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo tê zanîn, 27 salên xwe temam kir. Gaziyê şer Azad Efrîn têkildarî komployê nêrînên xwe anî ziman.
Azad Efrîn ê di destpêka axaftina xwe de komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir got, “Bêguman ne cara yekê ye ku li ser gelê Kurd komployên wiha reş têne kirin. Lê belê Komploya 9’ê Cotmehê komployeke welê ye ku di ti dîrokan de nehatiye dîtin. Hemû hêzên hegemon ên bi sedê salan e erdnîgariyan li gor berjewendiyên xwe parçe dikin û gelan berdin hev cara yekê ye ku di wê astê de bi hev re hereket kirine. Wan hêzan hewl dan bi tinekirina Rêber Apo hêviyên gelê Kurd û tevahî bindestan bişikînin. Ji ber dizanin ku Rêber Apo û Tevgera ava kiriye hemû nirxên mirovatiyê di nav xwe de dihewînin û pêş dixin.”
Gaziyê şer Azad destnîşan kir ku Rêber Apo komplo û armancên wê pir baş tehlîl kir û ev xisûs anî ziman, “Hêzên komploger hewl dan di şexsê Rêber Apo de gel û neteweyekê tine bikin. Rêbertiya me bi berxwedan û têkoşîneke muezem nehişt komplo bi ser bikeve. Rêber Apo ji bo komploger negihîjin armanca xwe berxwedaneke bêhempa meşand. Ji bo rê li ber şerekî gelan bigire fedakariyên herî mezin kirin. Hedefa komployê û komplogeran raxist ber çavan. Gelê Kurd û dostên wan hişyar kir.”
Azad Efrîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina gelan a li Rêber Apo û wiha axivî, “Tevî hemû êrîş û zextên herî hovane jî gelê Kurd ê hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dît, bi salan e di nav berxwedanê de ye. Gelê Kurd ê di hafizeya wî de têkçûnên serhildanên berê, darvekirina pêşengên serhildanan hê jî zindî ye ji bo careke din dîroka reş xwe dubare neke, bi can û malê xwe li dora Rêber Apo, xwe kir çembereke ji agir. Lewma komplogeran digotin ku ew ne li benda bertekeke wer a mezin bûn. Gelê Kurd û dostên wan nîşanî hemû cîhanê dan ku wê Rêbertiya xwe bi tenê nehêlin.”
Gaziyê şer Azad axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke gaziyekî ez Komploya 9’ê Cotmehê ya em dikevin 27’emîn salvegera wê careke din bi tundî şermezar dikim. Divê em ji her alî ve xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de pêş bixin. Em ê teqez azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo careke din ne tenê gelê Kurd, ti gel û pêşengên wan rastî komployên wer bêbext neyên em ê rêxistinbûn û têkoşîna xwe mezin bikin.”