Kêlên gorên şehîdan bi destên hovan qirêj nabin!..

Viyan Gabar

Wer dihizirin ku mîna cara yekê ye êrîşî gorên me dikin û şervan û milîtanên me wê ji hovîtîya wan bitirsin. Her carê wer zen dikin ku mîna cara destpêkê ye tiştekî wisa li ser bedenên me, cenaze û gorên me dikin tevdigerin.

Em wan kiryar û nêzîkatiyên wan weke lixwemukirhatineke ku ji hêza me, cilên me, çeka me, şer û berxwedana me ditirsin, nikarin bi hevalên me, newêrin nêzîkî egîd û lehengên me bibin digirin dest. Ev jî heqîqeteke welê ye ku ne cihê guftûgo û nîqaşê ye.

Ew hêzên dagirker û çeteyên ji tevahî nirxên mirovatiyê bêpar in, di şer û berxwedanên sing bi sing de li hole nînin. Dema gule ji devê tifinga fedaiyên Apoyî derdikeve ji tirs û xofan nizanin çi bikin.

Ev hov û alîgirên wan ên piştî derbên giran dixwin, her cure wehşet û êşkenceyên dijmirovî li cenazeyên hevrêyên me yên ji bo nirxên herî pîroz û bilind têdikoşin  dikin. Dîsa bi wê zîhniyet û destên xwe yên qirêj êrîşî gorên cangoriyên me dikin.

Di ti ol, bawerî û exlaqan de êrîşên li hember cenaze û goristanan nayê qebûlkirin. Ji sedî sed wê ew çete û hêzên dahgirker ên li pişt wan rojekê hesabê wan kiryarên xwe yên kirêt bidin.

Di hemû şeran ku pîvan û exlaqekî mirovî heye, di wan çeteyan û hevkarên wan de bi qasî zereyekê jî nirxên mirov kirine mirov û civak nînin. Dijmintiya xwe ya herî nemerd piştî kesên li beramberî wan jiyana xwe ji dest didin jî didomînin. Ev, hovîtî û barbariya wan bê gihiştiye çi radeyê nîşan dide.

Pêwîst e li her cihî mirov wan çeteyan û alîgirên wan teşhîr bike, di nav civakan de wan rûreş bike ku nikaribin careke din derkevin nav mirovan.

Dema hevalên me dikevin gorê jî êdî dibin emanetî dîroka berxwedêr û xaka xwe ya pîroz a di oxira wê de şehîd bûne. Cihê lê radizin ji bo me devereke herî pîroz û muqedes e. Dijminê hov ji bo me di aliyê herî hesas de biêşîne wan kiryarên kirêt pêk tînin.

Ew neyarên pîrozî, muqedesî û qudsiyeta mirovbûnê li gel wan nîne, bi awayekî bêrehm  û bêwijdanî tevdigerin.

Gelo kesî heya niha goreke wan kesan a civak serdana wan dike û pîroz dibîne dîtine? Gelo qet kesek dipirse bê çima ev çeteyên hov ewqasî êrîşî jin û zarokan dikin û termên wan ji baniyan diavêjin xwarê?

Ji ber ku wan kesan ti carî ji kesî hez nekirine û kesî jî ji wan hez nekiriye. Ti carî rondikên dayikekê nedîtine, lorîkên dayikekê nebihîstine, êşa di awirên zarokekê de xwe dide der hîs nekirine. Rûdaneke ku wan di dil û mejî de bandor bike, di ber wan re jî derbas nebûye. Lewma ewqasî bi hêrs in, bi xof û tirs in.

Lê çi dibe bila bibe ew nikarin bi awayê êrîşî nirxên me yên pîroz dikin, me bixînin û bêtaqet bikin. Eger wer dihizirin ku wê bi vî awayî me têk bibin, xwe dixapînin. Kêlên şehîdan bi destên hovan qirêj nabin.

Em xwedî bawerî û felsefeyeke welê ne ku li kîjan devera cîhanê reng, cins û neteweya wan çi dibine bila bibe dema mirovek biêşe jî em wê êşê hîs dikin. Me bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo xwe perwerde û serwext kiriye.

Şehîdên me çavkaniya çand, exlaq û hebûna me ya bêdawî ne. Êrîş ji bilî kîna me ya li hember dijmin xurt bike, îradeya me mezin bike û hêviyên me yên jiyaneke azad bilind bike, wê ti tesîreke negatîf li ser me neke.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button