Jinên Kurd her rojên xwe bi hestên 8’ê Adarê pîroz dikin

Axîn Kobanê

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku li seranserê cîhanê tê pîrozkirin, ji aliyê jinên Kurdistan ve bi awayekî hîn bi heybet tê pêşwazîkirin û pîrozkirin.

Gelê Kurdistan bi salan e ku têkoşîna rûmetê bilind dike, jinên Kurd di vê têkoşînê de bi raman û felsefeya Rêber Apo bi rola xwe ya pêşengiyê rabû.

Rêber Apo bi gotina “Gelê ku jinên wî ne azad bin nikare azad be” girîngiya azadiya jinê û bi vê azadiyê re rewşa civakê dest nîşan dike.

Jin û dayikên gele Kurd di avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de berpirsiyariya herî pîroz dane ser milê xwe. Mîna bi feraseta, “Rojên biêş aveynê rojên xweş in” tevdigerin, gele Kurdistan û gele cîran ber bi azadiyê ve dibin, bê tereddût û bê guman.

Lewma her rojên xwe bi feraset û hestên 8’ê Adarê pîroz dikin jinên Kurd. Di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de bi hevaltiya di asta pîrozweriyê de jiyan û civaka ku dê were afirandin divê çawa be nîşanî dost û dijminan didin.

Dayik û jin bi awirên tijî hêvî li asoyên bêsînor dinihêrin. Dizanin zarok, keç û xortên wan bi bawerzînên ji çiyayan silav şandine ji wan re bi rûkenî û dilnizmiyeke bêhempa.

Dizanin bi heman hestan wê ew jî pîroz bikin 8’ê Adarê. Wê dayik û jin bi eşq û coşa azadiyê beşdarî çalakî û pîrozbahiyên 8’ê Adarê dibin. Di perspektîf, raman û felsefeya Rêberê xwe de hêza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê dibînin. Rê nas dikin û bêtereddût gavên xwe diavêjin ber bi deriyê azadiyê ve.

Gelê Kurdistan bi xwedîderketina rojên wiha pîroz re -ku li gorî cewhera wê ku pîroz dike-, destûr nade ji cewher û naverokê were derxistin.

Di roja me de bi her awayî ku êrîş tên ser civakan û bi taybet jinan li Kurdistanê wê careke din bi têkoşîna jin û xortên Kurdistanî hêviyên azadî, wekhevî û rizgariyê bilind dibin. Ne tenê bilind dibin pêk tên û pêş dikevin.

Afirînerê jiyana me ya azad Rêber Apo wiha dibêje:  “Namûs û rûmet, wê bibe temînata azadiya gel. Ez bawer im, ku hêza we ji vê yekê re heye. Ez ji azadî û rûmeta jinê bawer dikim. Weke parêzvanê vê yekê, careke din rêhevalên xwe yên jin silav dikim.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button