Jina serhildêr: Dayê Ûveyş

Sembola jinên azad dayika Rêber Apo, Dayê Ûveyş a tevahiya temenê xwe weke jin û dayikeke têkoşer û berxwedêr jiya berî niha 32 salan, 11’ê Nîsana 1993’an çû ser dilovaniya xwe.
Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovahiyê ye, bi Xwedawend û dayik-jin re li hemû cîhanê nav û deng vedaye. Jinên vê herêmê, jiyan afirandin û tecrûbeyên xwe yên bi nirx radestî cîhana mirovahiyê kirin. Yek ji wan dayikan jî Dayê Ûveyş e.
Ew nimûneya dayikên Kurd e ku bi awayek herî baş rastiya civaka Kurd a serdemê dîtiye. Dayê Ûveyş, jina serhildêr, serbilind û dadperwer. Bi sekna xwe ya bi rûmet her tim derketiye pêş.
Wê tevahî raperîn û pîrozbahiyên jin-dayik di kesayeta xwe de dihewand. Kesayeta Dayê Ûveyş, di jiyana Rêber Apo de jî dibe derseke jêneveger û roleke bingehîn lîstiye. Têkiliya di navbera wan de ji ya dayik- kur, zêdetir bûye têkiliya ax- welat- jin-azadî û hevaltiya bêdawî ye.
Rêber Apo dema di nirxandinên xwe de behsa dayika xwe dike dibêje ku “şerê” li dijî neheqiyan ji dayika xwe hîn bûye û wiha tîne ziman: “Heqê dayiktiyê tenê dikare bi têkoşînê were dayîn. Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayika min e. Heta dikarim bejim ku min perwerdeya herî mezin ji wê girtiye. Yanî min ev dît: Eger tu bi dijminên xwe re mijûl nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî. Bawer im ev taybetmendiyek girîng a perwerdeyê ye. Ji ber ku ew jî li gorî xwe beramberî kesên wekî dijmin didîtin têkoşer bû.”
Rêber Apo ku dayika xwe ji xwe re weke rêber dibîne, wê weke “têkoşera mezin” pênase dike û wiha dibêje: “Divê teqez bersiveke te hebe. Her çend pir kevnare be jî mîna tolhildanekê yan jî hestekî gihiştinê bû. Dayika min tam jî tofana serhildanê bû. Li gund weke jina serhildêr dihat naskirin. Serî li ber ti kesî neditewand. Bêyî ferq û cudahiyê bixe navberê bi ser jin û mêran de diçû û hesab dipirsî.”