Jin tenê bi berxwedanê dikarin pergala serdest hilweşînin

 

Arîn Koçer

Weke tê zanîn di dîroka mirovahiyê de her tim jin pîroz hatiye dîtin. Ji ber ku bi saya fikir û keda wê mirovahî pêş ketiye û bûye xwedî hebûneke gerdûnî. Jinê her tişt afirandiye, civak ber bi zanebûnê ve pêş xistiye û kiriye xwedî her tişt. Lê mixabin hişmendiya mêrê pîr (Şaman) û hesûdiya wî civak ber bi pergala baviksalariyê ve biriye. Hişmendiya mêrê desthilatdar bi bêbextiyek reş pergala dayika rêveber berevajî dike, li şûna wê pergala xwe ya tîk ava dike, jinê di nava çar dîwaran de esîr dike. Civak û mirovahî ji wê rojê ve di nav taritiyeke wehşetnak de, gihiştiye rewşek hew tê tehemûlkirin. Tundûtûjiya mêrê çavsor li hemberî jinê gihiştiye pileya herî dijwar û cîhan li jinê reş û tarî kiriye. Pergala baviksalar ew qasî înkarker bû ku bêhn li jinê çikand, berhemê wê hemû ji destê wê girt û ew di nava çar dîwaran de heps kir.

Ew jina ji tinebûnê hebûn çêkir, mirovahî ji qirkirina xwezayî rizgar kir û pergala xwezayî gihand asta şaristaniyê, îro rastî her heqaret û rezîltiyê tê. Bi rastî dema mirov li ser van mijaran dihizire û lêkolîn dike, mirov pir matmayî dimîne û dibêje ma gelo dibe ku mêr ew qasî bêwijdan bin? Lê dema em li pergala baviksalar ya îro temaşe dikin em pir baş hişmendiya mêrê serwer dibînin û xeteriya wê his dikin. Tişta divê li vir were fêmkirin ew e divê mêr jî xeteriya hişmendiya kujer a mêrperwer bibînin û li dijî wê têkoşînek bêsekn bimeşînin. Pêwîst e serdema xwedawendan pir baş were lêkolînkirin. Jixwe Rêberê Rêberan Rêber Apo jî gotiye ku dîroka jin hê nehatiye nivîsandin, li benda nivîsandinê ye û bal kişandiye ser nivîsandina dîrokê ya bi destê jinê. Her wiha Rêber Apo diyar kiriye ku divê jin dîroka xwe bi destê xwe binivîse. Ji ber nivîsên der barê jinan de yên hene jî bi destê mêran hatine nivisandin û ew jî teqez hîn zêdetir reşkirina jinê û dîroka wê ye.

Naxwe hewce ye jin dîroka xwe bi destê xwe binivîsîne û divê were zanîn ku mêr jî hevkarê jinê yê sererastkirina pergalê û demokratîkkirina wê ye. Heya niha şoreşên bi navê rizgariya jinê derketine  holê jî timî ji hêla dewletên desthilatdar ve hatine tepisandin û pêşengên wan hatine kuştin.

Weke jinên şoreşger li hemberî pergala hişmendiya mêrperest a wê helwesta me gelekî tund be. Em ê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin, li jin û civakê xwedî derkevin û wan biparêzin. Bi têkoşîna Tevgera Azadiya Jinan a bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêş ketiye,  jin bûne xwedî vîneke pir xurt. Dîsa şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de ji hemû bindestan re bûye hêviya pêşerojên azad. Bêguman hêzên dagirker û pergala kapîtalîst ji bo têkoşîn û berxwedana jinên şoreşger vala derxe, êrîşên xwe yên li ser jinan bi rêbazên cuda didomîne. Lewma divê were zanîn ku ev pêvajo gelekî hesas û krîtîk e. Ango pêvajoya man û nemanê ye. Jin tenê bi berxwedanê û rêxistinbûnê dikarin vê pergala kirêt û hov a mêrperest têkbibin, jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Wê serketin a jinên berxwedêr û têkoşer be.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button