Ji Rêber Apo ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê

Rêber Apo peyama sersaxiyê ji malbat, dost û hezkiriyên Sirri Sureyya Onder re şand û got: “Ev hêvî ti carî nîvçe nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî bigihînin aştiyê. Pêwîst e em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.”

Rêber Apo ji bo endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ê îro (3’yê Gulanê) li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, peyamek şand.

Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst;

Bi wefata Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst xemgîniyek kûr ket ser dilê me. Mirovekî pir bi qimet bû. Ewladekî rasteqîn ê gelan bû. Rêûresma Anatolyayê û Turkmenan ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civakên erdnîgariya me û gelê me hevrêyekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranînê wî didim.

Di banga me ya dawî ku di 27ê Sibatê de hat kirin, hevoka dawî me lê zêde kir, bi destê xwe nîşe girtibû. Wî bi xwe xwest vê nîşeyê bixwîne. Li ser navê jiyana aştiyane ya bi hevre ked û jêhatibûnek wî ya mezin hebû. Di aliyê hunera ku geşedanên neyênî bizivîrinê aliyê erênî de xwedî pisporiyeke mezin bû. Ew nasname û çandeke rasteqîn a aştiyê bû. Wî pir baş dizanîbû aştî û pêvajoya aştiyê bi me hemûyan dide qezenckirin. Ev xeyal û hezkirineke wî ya pir mezin bû. Ev hêvî ti carî nîvçe nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Pêwîst e em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin. Ez careke din li ser bîranîna wî girêdana xwe ya ebedî tînim ziman. Ji bo malbat, dost û hezkiriyên wî yên bi qîmet û hemû gelê me ez sersaxiyê dixwazim. Serê me hemûyan sax be.

Abdullah Ocalan

3’yê Gulana 2025″

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button