Ji Çiyayên Kurdistanê yên pîroz meşa ber bi warê berxwedanê ve

 

Leyla Weşûkanî

Fermandar û şoreşgerê leheng û giranbiha Îsmet Unver ê bi nasnav Tekîn Goyî lawê Kurd û zarokê Botanê, warê Egîdan. Ji Botanê dest bi meşa şoreşê kir û li Rojava warê berxwedanê meşa xwe berdewam kir. Şoreşgerê mezin Tekîn Goyî meşa xwe ya 32 salan li ser xeta fermandarên qehreman dom kir û bi lehengî gihişt refê pakrewanan. Ji Botana Mahsûm,  Ezîme, Nûda û Kûrtayan dest pê kir û li gelek warên Kurdistanê û çiyayên pîroz, bi dilêrî têkoşîn kir. Ji Rêber Apo û şehîdan re bû bersiva herî mezin û navê xwe bi tîpên zêrîn li pelên dîrokê nivîsand. Cihê xwe di mejî û dilê gel de kola û ket rêya pakrewanên pîroz.

Heval û şoreşgerê dilmezin û canfeda Tekîn Goyî di têkoşîna xwe ya li dijî dijmin û neyaran de gelekî tund û bi hêrs bû. Bi şerê gelê Kurd û berxwedêriya çiyayî kesayetek pir zana û jîr bû. Tekîn Goyî tevî hevalekî gazî bû jî qet rojekê qala gazîbûna xwe nekir û her digot, “Tenê dil û mejiyê min bimîne jî wê li dijî dijmin û neyaran li ber xwe bide û têkoşîn bike.” Fermandar û qehremanê egîd sala 1992’yan di temenekî biçûk de beşdarî nav refên şoreşa Kurdistanê bû. Perwerdeya xwe ya seretayî ligel Rêber Apo dît û li ser wê xwe gihand pîvanê milîtaniya Apoyî û têkoşîn kir. Heval Tekîn li ser van pîvanan ku xwe pêş xist, bû xwedî kesayeteke bîrewer, hevgirtî. Yekîtiya fikir, zikir û çalakiyê di zikhev de dimeşand ku Rêber Apo vî tarzî dide pêşiya hemû milîtanan.

Bazê şoreşa mirovahiyê û cengawerê çiyayî, 32 salan li ser şopa heqîqetê, kar û xebat meşand, her dem bêrawestan û bêteredût li ser erk û wezîfên xwe bû. Bi sadebûn û wijdanekî mezin ji Rêber Apo, heval û gelê xwe re fedakar bûye. Ji çiyayên Qilabana girêdayî Şirnexê, berê xwe da çiyayê Mêrdînê warê fîlozof û zanyarê dîrokî Manî û lehengên hemdemî, şoreşgerên Kurdistanê. Ji wir jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê warê zanyar û rêveberên giranbiha Helmetê delalî. Ji wê derê jî berê xwe dide Qendîla warê gerîla. Li dû wê jî diçe Şengala narîn û pîroz. Herî dawiyê jî berê xwe daye Rojava warê şoreşê û bi taybet jî derbasî şerê parastinê yê bajarê Kobanê, kaniya Kurdan bûye. Cihê xwe di şer û berxwedana lehengiyê de girt û şerekî bi qehremanî kir.

Hevalê qehreman û şoreşgerê canfeda, Tekîn Goyî di tevahî şer û hemleyan de, cihê xwe her di refên pêş de girtiye. Bi lehengî şer kiriye û welatê xwe parastiye. Hevalê Tekîn tevî heval û hogirên xwe li bajarê Kobanê serketinê bi dest dixin û bajarê xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dikin. Piştî şerê bajarê Kobanê derbasî kar û xebatên tenduristiyê dibe û dixwaze heval, hogir û gelê xwe ji zor û zehmetiyên wan xelas bike, pirsgirêkên wan çareser bike. Hevalê Tekîn şoreşgerekî fedakar û bi wijdan bû. Hevaltî û girêdana xwe bi Rêber Apo, şehîdan û gelê welatparêz re, bêhempa bû. Her bi ruhekî fedayî şer kiriye û xebitiye, heya roja çavên xwe li jiyanê girtiye û ketiye rêza pakrewanên pîroz û bêhempa.

Wendakirina heval û qehremanê şoreşger ji bo şoreşê cihê xemgîniyek pir mezin e. Bi rastî hevalê Tekîn Goyî cihê xwe ji heval, hogir û gelê welatparêz re hişt. Em deyndarên fermandar û pêşengê xwe Tekîn in. Em soz didin ku em ê cihê wî dagirin û tola wî bigirin. Em ê nehêlin dijmin û neyar rehet bijîn. Ew destê dirêjî heval û lehengê me kiriye em ê jêkin û tola wî ji wan bigirin. Em ê di rêya wî de bimeşin, hêvî û armancên wî bigihînin serketinê. Careke din em li hemberî tevahî şehîdên şoreşê bejna xwe ditewînin û dibêjin “Em deyndarên wan in. Em ê hedef û daxwazên wan pêk bînin û tola wan rakin. Şehîd namirin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button