Ji çiyayên azad ji bo heval Sorxwîn û Azadî

Cîger Efrîn

Silavek bi bêhna xaka welatê rojê û çiyayên azad hatiye strandin.

Hezkirinek ji hezkirina Rojê û bi azadiyê hatiye avdan.

Bi hurmetên bi kedê hatine pijandin, ji we re silavên xwe yên germ dişînim, hevalên me yên gaziyên şer.

Bi rastî jî bi şehîdbûna hevala Sorxwîn pir zêde êşiyam. Qet ne li benda şehîdbûna hevala Sorxwîn bûm.

Ew jina nedixwest bimire, çawa bi hovîtî hate qetilkirin?

Dijmin û neyaran çawa wer bi nemerdî ew qetil kirin?

Çawa hevala delal û canacan ji nav me birin?

Her roj gava ez kompîterê vedikim û wêneyê hevala Sorxwîn dibînim, hema bîranînên me bi hev re derbas kirine, tînim bîra xwe, kesayeta wê ya mezin tê hişê min û xwe di dilê min de zindî dike.

Dema ez wê bişenga berbanga sibehê tînim bîra xwe kîn û hêrsa di dilê min de li hember neyar û sîxuran gelekî mezin dibe. Di her carekê de jî ew ên bûne sersebeb, dibin hedefa nifir, dijûn û xezeba min. Di cara dawiyê de û dema ez ketim ser rêya çiya, min û hevala Sorxwîn bi hev re sozek dabû. Soza me jî wiha bû: Eger em rojekê hatin cem hev, min ê bîranînên hevala Sorxwîn nivîsandibana. Ya rast wê hevala Sorxwîn rojnivîsa xwe daba min û min ê jî bi qasî hêza xwe wergerandiba û peyvên wê yên zêrîn xemilandibana. Lê di heqîqetê de tiştekî bihata xemilandin jî zêde tinebû. Jixwe hevala Sorxwîn jidil bû ku bi dilê mirovan re xeber dida. Zindîbûna wê, rojên me bi hev re li Helebê û Şehbayê derbas kiribûn, kêliyên em bi hev re çûbûn ber ava Firatê û cihê hevalan geriyabûn.

Gelekî têrker bûn ku mirov wan peyvan bixemilîne, weke tevnekê birêse û mîna dilopên ava zelal birijîne ser hawûzê mejî û dilê mirovan. Gava min şehîdbûna hevala Sorxwîn bihîst tê bigota qey ez ji vê dinyayê çûm dinyayeke din. Min qet bawer nekir û ez ketim nava çerxefelekek bêbinî. Dinya li min tarî bû. Di wan kêliyan de min pir xwest li wir bûma. Min cara dawî ew bi hemû hebûna xwe hembêz bikira û rondik barandibana. Min lêborîna xwe jê bixwesta ku min têr û tijî ji tecrûbeyên wê bi qasî tê xwestin sûd negirt. Dema min xebera reş bihîst ez hatim cihê ez lê dimam. Min wêneyên wê vekirin û temaşe kir, gef li dijminê faşîst û xayînan xwar.

Jixwe kenê hevala Azadî!.. Jidilbûn û hevaltiya wê, xweşsohbet wê ya tijî cewhera jina xwedawend, hevaltiya wê û kedkariya wê qet ji bîra min naçin.

Her wiha di wan kêliyan de gotina hevalekî hate bîra min dema ku me gûftûgo dikir, heval digot, “Ew qas fermandar û berpirs hene, ma wê dijmin li me hevalên birîndarên şer û gaziyan bide?” Me li ser wê mijarê pir nîqaş kir û me got, “Wele dijminê hov sewalên me jî rehet bernade û li wan dide.” Ez bawer im wî hevalî niha baştir dîtiye ku hemû Kurdên bi namûs û li xwe xwedî derdikevin, dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker û qirker. Ji bo dijmin kesek şoreşger, saxlem be yan jî birîndar be ferq nake. Ji bo dijmin mesele nîne mirovekî dest, ling, çav an jî gurçik û milak winda kiribe, mesele ji wan re dijminatî ye. Dijmin dizane ew mirovên birîndar heya henasa xwe ya dawiyê wê li ber xwe bidin, ji bo çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe ya neteweyî û civakî têkoşiyane, tevî rewşa xwe ya fizîkî jî wê ji her demê bêhtir têbikoşin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button