Ji bo serketina pêvajoyê divê ji her demê zêdetir em têbikoşin

Gaziya şer Rojda Dêrik diyar kir ku bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re Rêbertî rê li ber serdemeke nû ya dîrokî vekir û got, “Rêber Apo gelek caran ji jinan re peyam şand. Ji bo serketina pêvajoyê divê ji her demê zêdetir em têbikoşin.”

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Rojda Dêrik têkildarî girîngiya komînan û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin, nêrînên xwe anîn ziman.

Rojda Dêrik diyar kir ku Rêber Apo di Manîfestoya xwe de pir bi berfirehî qala komînan kiriye û got, “Rêbertî bi hûrgilî aniye ziman ku teqez divê ti kes, nexasim jî jin ji derveyî komînan nejîn û hemû pirsgirêkên xwe di nav komînan de çareser bikin. Rêbertî di hemû hevdîtin, parêzname û dahûrandinên xwe de qala jiyana komînal dike û gotiye ku pêwîst e li hember jiyana ferdî û desthilatdar, jiyana komî û demokratîk were bicihkirin.”

Gaziya şer Rojda  bal kişand jin timî di jiyana xwe de xwedî hişmendiya komînal e û wiha axivî, “Jinê hemû ferdên klanê weke hevdu girtine dest û jiyan bi rê ve biriye. Lê dema hişmendiya mêrsalar serwer dibe, desthilatdarî weke ewrên reş û tarî tesîrê li ser jiyana civakê dike. Civak wan rojên xwe yên xweş ên ji hêla jinê ve dihatin organîzekirin wenda dike, roj bi roj zêdetir dikeve nav rewşeke koletiyê, mîna di dojehê de ne dihelin. Hişmendiya mêrê desthilatdar jî ne 5 hezar, 30 hezar sal xwe weke çîneke qatil kastîk xwe daye nîşandan.  Jin  û di şexsê jinê de civak di bin serweriya xwe de çewisandiye, bêhn li wan çikandiye. Rêber Apo ew dîroka veşartî ji bo me jinan û civakê derxist ser rûyê erdê. Rêbertî bi me da zanîn ku koledarî qet xwezayî nîne û ne jî qeder e.”

Têkildarî rol û mîsyona jînê jî Rojda Dêrik ev xisûs diyar kir, “Divê hemû jin xwe di hişmendiya Rêber Apo ya jiyana wekhev û azad de kûr bikin û li Rêber Apo xwedî derkevin. Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo me da û em gihandin zanebûna niha. Hîn jî ji me hemûyan zêdetir têkoşîn dike û xwedî li keda xwe ya zêdetirî 52 salan e derdikeve. Dema dibîne jin pêş dikevin û gavên girîng diavêjin pir kêfxweş dibe. Ji mêran zêdetir baweriyê dide jinan. Pêwîst e em jî li gorî baweriya Rêberê xwe têkoşînê bêhtir pêş bixin. Rêbertî ji bo jin karibin azad bijîn, xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin pêşengtiya şoreşê daye jinan. Hewce ye em jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe û biserxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî fedaî bi rol û mîsyona ji me tê xwestin rabin.”

Gaziya şer Rojda Dêrik di dawiyê de jî li ser rol û mîsyona jinê ya di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wiha got,  “Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re Rêbertî rê li ber serdemeke nû ya dîrokî vekir. Rêber Apo gelek caran ji jinan re peyam şand. Ji bo serketina pêvajoyê divê ji her demê zêdetir em têbikoşin . Pêwîst e, em bi vê hişmendiyê tevbigerin û beşdarî têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê bibin. Em weke jin di têkoşîna ji bo azadiyê de gihiştine asteke pir bilind. Divê em xwe hîn xurttir bikin û ji berê zêdetir rola xwe bilîzin. Baweriya min heye ku em ê serkeftinê bi dest bixin,  Rêber Apo ji wê zindanê û tecrîdê azad bikin, li dora wî bicivin û govenda serketinê bigirin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button