Ji bo parastina gelên xwe çi ji destê me were teqez em ê texsîr nekin

Ji raya giştî û çapemeniyê re

Ev demeke ku hêzên HTŞ’ê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, qedexe û dorpêçeke leşgerî ya ku di ti exlaq û zagonên mirovahîyê de; nehatiye dîtin dimeşînin.

Xelkên me yên her du taxan bi can û malê xwe ji bo parastina, rûmeta xwe li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên tundrew berxwedaneke di dîrokê de mînakên wê kêmin pêş xistin e. Di wê berxwedanê de bi sedan şehîd û birîndar dane.

Em weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van êrîşên, ji 6’ê Cotmehê ve li hember xelkên me yên berxwedêr ên li taxên Eşrefiye û Şexmeqsûd didomîn rûreş û şermezar dikin.

Pêwîst e her kes zanibe ku xelkên me yên Eşrefiye û Şêxmeqsûd, ne bi tenê ne. Teqez divê demildest êrîşên li ser xelkên sivîl werin rawestandin, çeteyên li dora taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd werin vekişandin û rêyên girtine bên vekirin. Heqê ti kesî nîne ku careke din herêmên me veguherînin qadên şer û êrîşên tundrew û cîhadîst.

Weke gaziyên şer di serî de em berxwedana xelkên xwe yên, li Eşrefiye û Şêxmeqsûd silav dikin. Em ji welatiyên xwe yên di êrîşên çeteyan de şehîd, bûne re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.

Em ji her kesî re jî radigihînin ku weke gaziyên şer ên ji bo, azadiya gelên herêmê berdêlên giran dane, ji niha û şûn ve jî ji bo parastina xak û xelkên xwe çi ji destê me were teqez em ê texsîr nekin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

07.10.2025

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button