Ji bo hevjiyana azad xisûsên ku divê jin û mêr pêk bînin  – Beşê 1

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka 5’an a Manîsfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi sernavê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de pirsgirêkên ku zayendperestiya civakî pêş dixin, analîz kiriye û hevjiyana azad wekî rêbazê çareserkirina van pirsgirêkan destnîşan kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de ji bo pêkanîna hevjiyana azad erk û berpirsyariyên ku jin û mêr de têne xwestin wiha diyar kirine.

“Dema ku mirov pratîka hevjiyana azad pêş bixe, hin xusûsên girîng hene ku divê jin û mêr ji alî û bereyê xwe ve hay ji wan hebin. Jina ku şensê wê ji bo hevjiyana azad heye yan jî dixwaze bibe xwedî vî şensî xusûsên berê pêşî divê guh bidiyê û bi cih bîne, mirov dikare wisa rêz bike:

a- Dema ku jin bi mêr re hewl da seksualîteyê parve bike, divê hay ji xwe hebe ev bi tenê tatmînkarî û xwetêrkirineke biyolojîk nîne, divê berê pêşî zanibe ku ev dişibe wê rewşê, mîna ku bi piling re di qefesa wî de razê, bi penceke hêz û desthilatdariyê re rûbirû be. Nexasim rewşa esaretê û birçîbûnê ya piling di qefesê de, dikare bike ku mêr pencên xwe bêhtir bi kujerî bi kar bîne. Divê jin baş pê zanibe kengî bi têkiliya zewacê ya klasîk ket qefesê ew êdî bi hêsanî sax ji wir dernakeve; berdêla vê yan wê bi canê xwe bide yan jî wê bibe mêpilingeke êsîrbûyî. Mêpiling jina bûye mêr temsîl dike, gelekî kirêt û keraxî ye. Têkiliya cinsî ya di navbera mêrê hegemonîk û jina mêroke ya bi temamî teslîmbûyî de di pêkhatina vê kirêtî û rezîliyê de bi rola sereke radibe. Roja mêr jinê ji keçikanî dixin wê rojê serbilind in, di binê vê de tatmîn û têrbûna cinsî (diyardeya biyolojîk) nîne, ji ber ku di vê têkiliyê de têkiliya desthilatdar-kole pêk hatiye mêr serbilind e. Kengî jin ji keçikaniyê tê xistin, ev ji bo wê dibe destpêka koletiyeke bêsînor. Rê li ber hisa efendiyê desthilatdar vedike û ev jî tê wê maneyê ku ji mêraniya xwe piştrast bûye. Paşê ev rêbaz li ser lawikan tê ceribandin. Saziya koletiyê li ser herdu cinsan jî hat pêkanîn. Jin bi qasî mêr li pey têkiliya cinsî naçe û ev jî têkiliya xwe bi saziya koletiyê re heye. Çalakiya têkiliya cinsî ya ku modernîteya kapîtalîst ew bêsînor zêde kiriye, amûrekî koletiyê ye ku bi awayekî herî berfireh li ser cinsê mirov hatiye ferzkirin; bêsînor derfet û îmkan dide desthilatdarî û mêtinkariyê. Gelekî girîng û manedar e ku pirraniya dînan bi guman nêzî vê têkiliyê bûne, ji ber ku kirêt e, mirov dixe, û rê li ber neheqîqetê vedike.

b- Jin nebûbe keseke zewacê, divê ji bîr neke ku di her qada civaka mêrê serwer de mêr ê bi psîkolojiya pilingekî her kêlî xwe çeng bike ser nêçîra xwe tevbigere, lewma divê ew jî şêwazê tevgera xwe li gorî vê pêk bîne. Piling kengî firsendê bibîne ango kengî astengekî civakî yê karibe jê bibihure derkeve pêşiyê, wê pencekî xwe biavêje jinê. Mêrê desthilatdar di vê kêliyê de wê ti sedema exlaqî û wijdanî nas neke û wê bixwaze jinê bike nêçîra xwe. Ne sergirtina dînî, ne jî huqûq li pêşiya vê asteng nînin. Divê jin bi vê rewşê zanibe û wisa derkeve qada civakî, ya rastî, garantiyeke xweparastinê nebe divê jin danekeve qadên civakî yên xirûxalî û kes lê tinebe.

c- Divê jin ji bîr neke ku hedefa bingehîn a modernîteya kapîtalîst ew e, jinê bike koleyeke modern, nexasim vê jî hem bi rêbazên hişk ên hêza pere û desthilatdariyê îfade dikin, hem jî di serî de wêje bi rêbazên nerm ên hêza hunerê nîşan didin pêk tîne. Modernîte li hemberî jinê, çi bi rêbazên pere û desthilatdariyê, çi jî bi gelek sozên ji bo eşqê dide, di wê pozîsyonê de ye ku ji mêrê civaka berê qatbiqat zêdetir bi hêza êrişê rabe. Li hemberî hêza xeternak a mêrê serwer pere û desthilatdariyê, gera jinê ya li jiyana azad ji xeyaleke tewş wêdetir ti maneya xwe nîne. Herçiqasî bi tevahî bi duristî û tevgerên xwe yên xweşik nêzîk bibe û li pey hevjiyana azad biçe jî jin li hemberî mêrê modernîteya heyî nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Ango her rê wê bibe koletiya jinê ya modern.

d- Eger jin tevî vê civaka mêrê serwer hemûyî di azadmayînê de israr bike, hingê divê yan xwe li jiyaneke tenêbûna wê mezin an jî li zehmetiyên milîtaniyek e ku her kêliya wê bi têkoşîna sosyalîstiyê tijî derbas dibe, ragire. Tenêtî ji bo rewşên marjînal e. Jiyana sosyalîst jî jiyaneke xwedawendan a di hemtayê çanda xwedawendên berê de ferz dike. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji xisletên xwedawendan ew bû ku bi mirovên mêr re nedizewicîn. Lê kengî mêr bû xweda, em ji dîrokê dizanin ku ji xwedawendan zêde tiştek nema. Ya ji jinê re dimîne melekbûn e. Lê jina bûye melek jî jina hinekî hêza xwe ya cins wenda kiriye temsîl dike. Jineke bi vî rengî, di civakê de ji rola qasidbûnê wêdetir ti rola wê namîne. Di mîtolojiyê de fîgura Înanna-Afrodît jineke cudatir e. Rûyekî jinê yê xweşikiya xwe, balkêşiya xwe ya cinsî û hêza xwe ya bedenî hê ji dest nedaye temsîl dike. Înanna-Afrodît weke Xwedawenda Eşqê hêmana hevjiyanê ya lê bigere, ew hêman e ku karibe hevjiyana azad pê re parve bike. Divê baş were fêhmkirin ku bi pirranî hêmanekî bi vî rengî bi tenê nîv-xweda û nîv-mirovekî mêr ê mîna Prometheûs e. Di dîrokê de û di roja me ya îro de ev hêman an jî bi pirranî mêr, mirov bi tenê dikare weke fîgurekê tesewir bike. Bi şerekî dûrî aqilan mirov dikare wî berbiçav bike. Jin heta xwedayên bêmaske yên xwe bi hêzên xeternak ên modernîteya kapîtalîst gurçûpêç kirine têk nebe nikare xwe pêk bîne. Ev berbiçavkirineke zor e, lê bêîmkan nîne. Sosyalîstbûn, hinekî jî berbiçavkirina îmaja Înanna-Afrodît û Prometheûs pêkan e.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button