‘Ji bo guhertinê divê em xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr bikin’

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer ê tevlî perwerdeya xweser bû got, “Li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo em ê hevrêtiyeke rast bi hemû hevalên xwe yên jin û mêr re bimeşînin. Ji bo guhertinê divê em beriya her tiştî xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr bikin, kesayetên xwe azad bikin, bibin mirovên sosyalîst û komînal.”
Li herêma Cizîrê di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gaziyên şer ên xort perwerdeya xweser pêk hat. Di perwerdeya du rojan de perspektîfên Rêber Apo û talîmata Tevgera Jin hat xwendin. Piştre jî gaziyên şer yek bi yek nirxandinên xwe kirin.
Gaziyê şer Qehreman Têkoşêr ê di perwerdeyê de mafê axaftinê wergirt diyar kir ku ew bi xwe li ser mijara demokrasî û sosyalîzmê dihizire û got, “Ez hewl didim li ser esasê xeta şehîdan Rêbertî û Tevgera Azadiyê kesayeta xwe biguherim. Jixwe heya em xwe neguherin qet em ê nikaribin li hemberî pergala desthilatdar têbikoşin. Li hemberî pergaleke wiha ya tevahî nirxên mirovatiyê binpê dike, divê em têkoşîneke bîrdozî ya xurt bimeşînin.”
Qehreman diyar kir ku ji bo her kesî guhertin û veguhertin girîng e û ev nirxandin kir, “Bi taybet jî ji bo şoreşgeran guhertin û veguhertina di aliyê pêşketinan de pir girîng e. Rêbertî ji bo vê çavkaniyeke pir dewlemend ji me re ava kiriye. Tevahî parêznameyên Rêbertî ji bo mirov xwe ji nû ve ava bike û bi xwe re civakê pêş bixe, berhemên pir hêja ne. Divê em zanibin ku pergala desthilatdar û mêrperest her di nav hewldanan de ye ku serweriya xwe ya bêyom bidomîne. Lewma ewqas şer û pevçûnan pêş dixe, li ser jinan zordariyeke heya îro nehatiye dîtin dimeşîne. Ji bo rizgariya ji vê pergalê divê em timî di aliyê zîhnî de xwe nû bikin û ji hemû tesîrên wê xwe biparêzin.”
Gaziyê şer Qehreman Têkoşer di dewama axaftina xwe de ev xisûs anî ziman, “Şoreşgerên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kirine dikarin jiyaneke azad û wekhev ava bikin. Ji bo vê jî helbet berxwedan pêwîst e. Rêber Apo dibêje, ‘Di sosyalîzmê de israr, di mirovbûnê de israr e.’ Li ser esasê fikir û bîrdoziya Rêber Apo em ê hevrêtiyeke rast bi hemû hevalên xwe yên jin û mêr re bimeşînin. Ji bo guhertinê divê em beriya her tiştî xwe di felsefeya Rêbertiyê de kûr bikin, kesayeta xwe azad bikin, bibin mirovên sosyalîst û komînal. Ez bang li tevahî mêr û jinan dikim û dibêjim, werin em dest bi guhertin û veguhertinê bikin da ku em têkoşîna azadiyê xurt bikin û pergala desthilatdar bi bin bixin.”