Ji bo bîranîna Seydayê Helbestê Ehmed Huseynî
Elî Kobanê

Tu hêjayî li ser te helbesteke ji dil bineqişînim û bixwînim.
Tu jî wekî hunermendê nemir Şêrko Bêkes ji bo me bû windahiyeke giran û mezin ê bîra helbesta me.
Tu sebreke ji bêrîkirin û hesreta dilên xerîbiyê bû.
Ji lewra tu hêjayî rondik tenê ne ji çavan ji hemû pênûsan birijin ser dilê lênûskan û rûpelên spî reş girê din, şînê bikişînin.
Tu weke rondikekî hesretan daket dilê Ameda xemgîn. Lê Amedê êdî çavên xwe ji rêya te ya biyanîbûnê birî û te hembêz kir.
Nefesa xwe ya kûr ji ceger û hinavên xwe berda.
Zarokên Amedê zêde te nas nedikirin, lê êdî tu ji wan î.
Te li ser wan û ji bo wan helbest neqişandin û xwendin.
Ew zarok êdî wê te nas bikin û bixwînin.
Êdî tu hezkiriyê wan î
Tu behr û deryaya wan î
Tu zimanê wan î
Tu guh û hestên wan î
Tu wêne û dîmenê wan î
Ji hesreta wan tu diyariyek wan î
Kêliya tu hatî Amedê tofanek ji baranê û bablîsok rabû.
Tu weke tovekî ket axê.
Tê bibî hilberîna demsala helbestan li axa Amedê û Rojava.
Belê em bi hatina te kêfxweş bûn.
Lê ji ber tu bêdeng bû em xemgîn in.
Seydayê pênûsê û helbestan.
Belê heya niha tê li welatên biyanî her bi tenê dinivîsand.
Lê êdî tu ne bi tenê yî.
Ez bawer im
Di her civat û komîneke helbestvanan de tê mêvan bî.
Tê mêvanekî me yê pir ezîz bê jî
Ehmedê helbestên ji dil em te ji bîr nakin.
Tu bi xwe mîna kaniya helbestan diherikî.




