Îmralî bû warê aştiye

Azadî Helebce

Di tevahiya dîrokê desthilatdar de ji bo kesên serhildêr û yên ji xwe re rîsk dibînin cihên êşkenceyê amade dikin. Di wan zindanan de li ser du rêbazan kar dikin. Yan kesên serhilder wê çong deynin, teslîm bibin an jî wê di zindanan de birizin.

Di dîroka mirovahiyê de bi dehan, sedan şoreşger di zindanan de neçarî mirinê hatine kirin. Lê piraniya wan ferzkirinên desthilatdar û zaliman qebûl nekirine.  Seyîd Riza li ber sêdarê got, “Bila ji were bibe derd min ji were çok nedanî.”

Zenobia di Zindana Roma de teslîmiyetê qebûl nake û bi jehrê xwe dikuje. Her wiha kesên di zindanan de nikarîn li ber xwe bidin û neheja bûn ku di pira mirovahiye de cih bigirin jî çêbûn.

Bêguman ji bo em rastiya hinek tiştan fêm bikin pêwîst e em cih, dem û mercên wan jî nas bikin.

Îmralî giraveke biçûk a li başûrê Deryaya Marmara ye. Bi daristanan hatiye pêçandin û gelek kaniyên ava zelal tê de hene. B.Z. 74’an xelkê Romayê tê bi cih bûne û bi navê Kalolimnos di dîroka mirovahiyê de cihe xwe girtiye.  Gelê wir heya dagirkirina Osmaniyan bi ewle li wir jiyana xwe domandine û gelek dêr hatine avakirin.

Dema herêm ji aliyê  Osmaniyan ve tê dagirkirin, xelkê  li wir bi asîmîlasyoneke dijwar re rû bi rû tê hiştin. Nasname, ol, zimanê gel tê guhertin û navê giravê dibe Îmralî.

Gelê wê herêmê rastî du sirgûnan tê. Ya yekemin, Piştî Şerê Cîhanê  yê Yekemîn xelk sirgûnî Bûrsayê hatiye kirin.  Di ya duyem de jî mirov şandine Yewnanistanê.  Bi vî awayî girav ji xelkê wê yê resen hat valakirin û piştre weke zindanekê hate bikaranîn.

Di encama darbeya 1960’an de Serokwezîrê Tirkiyeyê Adnan Menderes, Wezîrê Karên Derve Fatîh Ruştu Zorlû û Wezîrê Darayî Hasan Polatkan 1961’ê li Girava Îmraliyê hatin darvekirin. Êdî Îmralî dibe zindanekê ku bi temamî te valakirin û nabe ti zindiyek derbasî wir bibe.  Ne ajal, ne teyr; heya girtî jî li wir namînin.

Sala 1999’an de dema Rêber Apo di encama Komploya Navneteweyî de dîl tê girtin, derbasî Îmraliyê tê kirin. Dibe girtiyê yekem û bi tena xwe li Îmraliyê tê ragirtin.

Rêber Apo  di nava êşkencêyeke derqanûnî de li Zindana Îmraliyê tê girtin.  Bi salan ji tava rojê bêpar hat hiştin. Heya demeke dirêj pênûs, lênûs û amûrên nivîsandinê lê qedexe kirin. Rêber Apo bi tena xwe li Îmraliyê dima. Televizyon, pirtûk, rojname, radyo nedidanê. Ango dixwestin Rêbertî li Îmraliyê tine bikin. Ji ber di nava wan şert û mercên tecrîd û êşkenceyê de ne mimkun bû mirovek karibe sax bimîne. Lê Rêber Apo bi îradeyeke mezin li ber xwe dide.

Di dîrokê de behsa Prometheosê yê ji ber agir û azadiyê ji xwedayan didize û diyarî mirovahiyê dike, bi zinarên çiyayên Qafqasan ve tê girêdan û her roj teyr kezeba wî dixwin tê kirin. Lê Prometheos her roj kezeba xwe û xwe nû dike. Rêbertî jî li wê giravê her kelî şoreş afirand, jiyaneke nû, bi felsefe, fikir û bîrdozî hûnand, pêşkeşî hemû mirovahiyê kir. Îmraliya ji bo tinebûna wî hatibû organîzekirin, veguherand cihekî hîmên şoreşên herî bedew jê sûd û feyde bigirin.

Rêbertî di têkoşîna xwe ya zêdetirî nîv sedsalê de gelek caran ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibin, agirbest îlan kir û banga diyalogê kir. Lê dewleta Tirk timî bi êrîşan bersiv da wan bangên Rêbertî.

Bi saya berxwedana Rêber Apo û qehremanên fedayî yên weke Sara,  Rûken, Asya, Rojger û hwd. dewleta Tirk a ji her alî ve ket nav krîzeke mezin, berê xwe da Îmraliyê û çû ber lingên Rêbertî. Li ser vê pêvajoyeke diyalogê di navbera Rêber Apo û dewletê de dest pê kir. Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk Rêbertî kir. Li ser banga Rêber Apo komeke gerîla di pêşengiya hevala Besê Hozat de çekên xwe şewitandin û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re nîşanî hemû cîhanê dan.

Rêber Apo di sedsala 21’yemîn  de li Îmraliyê qatilên kastîk derxist hole. Bi tehlîl û nirxandinên xwe rêyên diçin azadî, wekhevî, sosyalîzm û demokrasiyê heya dawiyê vekir.

Dewleta Tirk û hevalbendên wê Îmralî, kiribûn zindaneke ku Rêbertî têde îmha bikin. Lê Rêbertî ew der veguherand giraveke  aştiyê ya li ser esasê jiyana wekhev û azad a bi sedê salan e mirovatî bi hesreta wê ne. Îro rûyê hemû jinên azadîxwaz û tevahiya mirovatiya pêşverû li wê girava aştiyê ya Îmraliyê ye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button