Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Ziyad Heleb bi ruhê fedaî şer kir û şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yek ji fermandarên berxwedanê Ziyad Heleb bi ruhê fedaî şer kir û şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yek ji fermandarên berxwedanê Ziyad Heleb bi ruhê fedaî şer kir û şehîd bû.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em fermandarê xwe yê fedaî rêheval Ziyad Heleb bi bîr tînin.

Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt bi ruhekî fedayî têkoşiya û di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de di 10’ê Çileya 2026’an de gihaşt şahadetê.

Di şexsê fermandarê me Ziyad Heleb de, em hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.

Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin. Dijmin her ku derbên giran dixwar berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşînê di asta herî jor de meşandin. Bi pisporî û ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb û Azad Heleb ji kêliyên destpêkê ve pêşengiya şer û berxwedaniyê kirin. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil têkoşiyan û bûne çavkaniya moral û berxwedaniyê.  Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper digeriyan û bi şervanên xwe re şer pêşwazî kirin. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşandin. Heta kêliya dawî ya berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me bûne mertal. Li hemberî siyaseta radestî, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe tacîdar kirin.

Hevalê Ziyad Heleb ku Fermandariê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di  sala 1988’an de li Efrînê  jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku; ji bo gel û welatê xwe bixebite.

Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re,  di nav refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di milê leşkerî de tecrûbeyên mezin bidest xist. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû êrîşan têk bir û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşînê meşand.

Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêşxistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê ve li hemû herêmên lê têdikoşiya ve pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi heval Ziyad ve gelekî girêdayî bû.

Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêşxist, perwerde kir û di asta fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê. Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk anî. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî  fedayî beşdarî xebatan bû.

Fermandar me yê Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê van gotinên xwe yên dîrokî anîbû ziman; ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye.  Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re  di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin,  provokasyon û  êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes wan zilm bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin.  Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedaiyê gel e. Em  li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin. ‘‘

Heval Ziyad, heta kêliya xwe ya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û radestî dijmin nebû. Wek şoreşgerekî zelal, paqij û xwezayî her tim helwesta xweya şoreşgerî parast. Tu carî li hember neheqî û koletiyê serî netewand. Mîna hemû jiyana xwe,  di berxwedana Şêx Meqsûd de jî, bi serbilindî peşengiya  xeta Kurdê Azad kir. Li dijî polîtîkaya radestî û xiyanetê ya ku dijmin ferz dikir, Fermandar Ziyad ji sekn û şêwaza xwe ya şer û jiyanê ti carî tawîz neda.

Fermandar Ziyad, heta dîroka 10ê Çileya 2026an ango heta roja gihaşt şahadetê jî bi fedakarî têkoşiya. Bi helwesta xwe ya fedakar; di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bû sembola têkoşînê.

Ji ber şehadeta fermandarê me  Ziyad Heleb em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê fermandarê xwe de soz û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.”

Nasnameya fermandarê şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Ziyad Heleb

Nav ûPpaşnav: Ziyad Qedûr

Navê Dayik: Zeyneb

Navê Bav: Zeim

Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button