‘Hevalê Hogir Şopdarê Rêber Apo bû’
Emel Biro
Yekem car dema min hevalê Hogir dît li mala gaziyên şer bû. Li wir min ew nas kir û hevaltiya me li wê derê dest pê kir. Her wiha li wir jî em bûn du hevalên pir nêzî hev. Dema min ew dît min qet hîs nekir ku ez wî nas nakim. Min wer hîs dikir ku ez wî baş nas dikim û ev demeke dirêj e, em hevalên hev in.
Min silav lê kir, wî jî bi rûyekî bi ken û heyecan silava min vegerand. Wê demê em li hev rûniştin û me pirsa hev kir. Her yek ji me çi karî dike, li ku derê dimîne û ji wê zêdetir me behsa fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir. Gotûbêja me ya der barê fikir û felsefeya Rêber Apo de gelekî dirêj kir. Em di wê rûniştinê de bûn hevalên hev. Piştre êdî me gelek caran hev dît û têkildarî fikir, felsefe, analîz û pirtûkên Rêber Apo de me pir nîqaş û nirxandin kirin. Der barê armanc û mebesta Rêbertiyê ya di her pirtûka nivîsandiye de me guftûgo dikir û cewhera wê dida diyarkirin. Ev nîqaşên bi vî rengî pir caran dubare bûn û bûn rêya em bêhtir bibin hevalên hev; hevalên hev ên heman dozê.
‘Bêdudilî kar û xebat dikir’
Dilsoziya min a bi şehîd Hogir re pir zêde bû û gelek tişt di kesayeta min de guherandin. Hişt ez di jiyana xwe de gavên erênî biavêjim. Coş, heyecan, kelecan, şadî û kêfxweşiya heval Hogir ya min didît û pê hîs dikir ew bû ku dema kar û xebatên rêxistinê dimeşand, min jî bi kar û xebatan ve girê dida. Ew şopdarê birayê xwe yê şehîd û felsefeya Rêber Apo bû. Tevî gazî bû û di şer de birîndar bibû jî mirov hîs nedikir ku birîndar e. Çi jê dihat xwestin dikir, bêdudilî kar dimeşand û tevlî pêngavên şer dibû. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Ti kes ji hezkirina xwe bêpar nedihişt û her dem ji bo pêkanîna doza şehîdên rûmet û azadiyê di nava liv û tevgerê de bû.
Pir ji dayika xwe hez dikir. Her cara em li hev rûniştibana ji min re behsa wê dikir. Diyar dikir ew pir ji dayika xwe hez dike û ev rêya hilbijartiye bi dilê dayika wî ye ku her dem şîret lê dikirin ji bo xeta şehîdan û Rêbertî bişopîne. Heval Hogir nirx dida her kesên derdora xwe û bi hevaltiya xwe ya rast ketibû dilê her kesî. Her wiha ji bo pêşxistina hevalên xwe her tim rewşa siyasî dinirxand û perwerde dida. Her kesê li dora xwe bi şehîdan û tevgerê dida nasîn û rêya rast a hilbijartina jiyaneke azad û bi rûmet nîşanî wan dida.
‘Em ê şopdarê xeta heval Hogir bin’
Dema min agahiya şehadeta heval Hogir bihîst, min bawer nekir û min nedixwest bawer bikim. Heya niha jî min yeqîn nekiriye û naxwazim yeqîn bikim. Şehîd Hogir sax e, hestên wî, axaftinên wî, ruhê wî yê pak ku bi vî ruhî di dilê her kesî de cihê xwe çêkir sax e û hê bi me re ye. Ez ê jî şopdara xeta wî bim û heya nefesa xwe ya dawî ji bo belavkirina fikrên Rêber Apo ku bûn wesîleya hevaltiya me ya xurt têbikoşim, kar û xebatên xwe bidomînim. Yên sax şehîd in, mohra xwe li dîrokê dan û çûn, em ê jî şopdarên xeta wan bin.