‘Heval Fûat û heval Riza wê timî di têkoşîna me de bijîn’

Gaziya Şer Zarîn Kobanê ya pêşengên Tevgera Azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anî got, “Heval Fûat û heval Riza du pêşengên azadiyê bûn ên ji destpêka têkoşîna azadiyê ve li ser esasê xeta Apoyî meşiyan. Em ê ti carî van pêşengên xwe ji bîr nekin. Hêvî û xeyalên wan em ê teqez bi welatekî azad tacîdar bikin.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî têkoşîn û berxwedana pêşengên azadiyê û hevrêyên Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn nêrînên xwe anîn ziman.

Zarîn Kobanê diyar kir ku pirtûkên pêşengên azadiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn xwendine û got, “Min dersên her du pêşengên azadiyê guhdar kirine û têkildarî jiyana wan gelek tişt bihîstine. Heval Fûat û heval Riza dilsozî û hevrêtiya Apoyî divê çawa be bi jiyan, têkoşîn û berxwedana xwe nîşan dan. Ew heval evîndarên azadiyê bûn.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê anî ziman ku di nav Tevgera Azadiyê de yek ji xisûsa herî pîroz hevaltî ye û wiha dewam kir, “Rêber Apo di gelek tehlîl û nirxandinên xwe de behsa hevrêtî û hevaltiyê dike. Hevên destpêkê yên koma Apoyiyan heval Kemal, heval Hakî, Heval Fûat û heval Riza ev hevaltî di tevahiya jiyana xwe de nîşan dan. Em çi bêjin jî em ê nikaribin bi temamî qala van hevrêyên pêşeng bikin. Lê belê ya em ê karibin bikin ew e ku bi hemû hêza em xwedî li doza wan lehengan derkevin.”

Zarîn Kobanê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin û got, “Rêber Apo bi Banga Aştî û civaka demokratîk pêvajoyeke nû pêş xist. Bawerî û dilsoziya me ya bi Rêber Apo re heya dawî ye. Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo şehadeta heval Riza û heval Fûat de got, ‘Di têkoşîna me ya hebûna neteweyî û komunalîteya demokratîk de cihê wan daîmî ye.’ Em ê jî wan hevalên xwe yên pêşeng timî di dil û mejiyê xwe de bidin jiyandin. Heval Fûat û heval Riza du pêşengên azadiyê bûn ên ji destpêka têkoşîna azadiyê ve li ser esasê xeta Apoyî meşiyan. Em ê ti carî van pêşengên xwe ji bîr nekin. Hêvî û xeyalên wan em ê teqez bi welatekî azad tacîdar bikin.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ez bang li tevahî jin û ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê dikim ku ji bo azadiya gelan çi ji destê wan bê bikin. Ji bo em karibin xwe û gelên xwe  azad bikin di destpêkê de hewce ye, em di aliyê îdeolojîk û fikrî de pêş bikevin. Parêzname û nirxandinên Rêber Apo ji bo vê çavkaniyeke mezin in. Dîsa ji bo em karibin hevaltiyeke rast bimeşînin jî pêwîst e, em jiyana hevalên weke Fûat û heval Riza ji xwe re mînak bigirin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button