Heval Azadî erka xwe ya dîrokî bi rengekî layiqî şehîdan pêk anî

Gaziya şer Arîn Koçer anî zimman ku şehîd Azadî ji bo hevalên birîndar û gazî di nav hewldaneke zêde de bû û got, “Erka xwe ya dîrokî bi rengekî layiqî şehîdan pêk anî.”

Gaziya şer Arîn Koçer der barê yek ji rêvebera Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Azadî Helebçe ya di pêvajoya tedawiyê de tevlî karwanê şehîdan bû nêrînên xwe anî ziman.
Arînê da xuyakirin ku carinan dema mirov hinek hevalan nas dike hem kêfxweş hem jî xemgîn dibe û got, “Ji ber mirov naxwaze hevalên nas dike winda bike. Min hevala Azadî li saziya gaziyan nas kir. Naskirina me jî di pêvajoyeke pir girîng de bû. Di wê pêvajoyê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dijwar bûn. Hevrê Azadî di wê pêvajoyê de bi ruhekî fedaî ji bo parastin û pêşxistina nirxên şoreşê di nav kar û xebatên têkoşînê de bû. Ligel vê xebateke pîroz, watedar û ewqasî giran a gaziyên şer jî dimeşand.”
Arîn Koçer bal kişand ku şehîd Azadî ji bo gaziyên şer zêdetir bi karên şoreşê rabin di nav hewldaneke zêde de bû û wiha dewam kir, “Heval Azadî pir girêdayî Rêbertî û hevalên şehîd bû. Têkildarî şehîdan gelek helbestên wê hene. Êş û azarên gelê me yê rastî komkujiyan hatiye, timî di hiş û dilê wê de bûn. Ji bo careke din komkujî rû nedin, gel, jin û zarokên Kurd bi serbilindî bijîn, di nav têkoşîneke herî pîroz de bû. Fermandar û rêvebera me hevala Azadî tevî êş û nexweşiyên xwe jî qet nedisekinî. Bi feraseta divê gazî di her xebata şoreşê de pêşeng bin tevdigeriya. Dema berxwedana Bendava Tişrînê dest pê kir û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komî nobet digirtin, hevala Azadî bi hevrêyên xwe yên gaziyên şer re li bendavê di nav gel de bû.”
Gaziya şer Arîn Koçer diyar kir ku şehîd Azadî weke fermandareke jin û gaziya şer berpirsiyartiya dîrokê danîbû ser milên wê bi awayekî herî layiq û bi rûmet anî cih û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Erka xwe ya dîrokî bi rengekî layiqî şehîdan pêk anî. Eger îro şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser hîmên saxlem bilind bûye ev bi saya têkoşîn, ked û berxwedana hevalên weke Azadî ye. Em ê ti carî hevrêya rast a Rêber Apo, dildara welat û gelan fermandar û pêşenga xwe Azadî ji bîr nekin. Em soz didin bi coş, îrade û biryardariya heval Azadî têkoşîna xwe di asta herî jor de bimeşînin.”




