Hefteya Qehremaniyê ji bo gelên azadîxwaz çandek e

Gaziyên şer di şexsê Mazlûm û Dogan û Mahsûm Korkmaz de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn gotin, “Hefteya Qehremaniyê li Kurdistanê bûye çandek.  Em ê timî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”

Gaziyên şer Selena Dêrik û Mazlûm Yildiz bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê nêrînên xwe parve kirin.

‘Gelê Kurd, bi lehengên xwe tarîtî ji ser xwe avêt’

Gaziya şer Selena Dêrik diyar kir ku 21-28’ê Adarê, ji bo gelê Kurd Hefteya Lehengiyê ye û ev anî ziman, “Di şexsê pêşengên Tevgera Azadiyê Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz de lehengên neteweyî yên ji bo gelê Kurd bûn sembol, di pêşxistina têkoşîna azadiyê de bûn vîn û hêz. Tevayî dunyayê dît bê gelê Kurd di nav xwe de leheng û egîdên çawa derdixe. Gelê Kurd, bi lehengên xwe tevayî tarîtî û siya mirinê ji ser xwe avêt.”

Selenayê bal kişand ku  gelê Kurd, ji bo bibe layiqê şehîdên xwe ket nav liv û tevgerê û got, “Bi can û malê xwe ya pêwîst kir û dike. Dayikên Kurd navê wan lehengan li zarokên xwe kirin. Ji bo zarokên wan bibin xwedî kesayeteke weke wan lehengan ked dan, xwêdan rijandin û bi tilîliyan ew şandin çiyayan. Şoreşa Kurdistanê bi qehreman, şoreşger û egîdên xwe, gelekî dewlemend e. Bi taybet jî di nav nîv sedsala dawiyê de gelek egîd û leheng derketin holê bi wêrekî û vîna xwe ya ji pola gavên mezin avêtin.”

Gaziya şer Selena Dêrik destnîşan kir ku Hefteya qehremaniyê li Kurdistanê bûye weke çandeke resen ya Tevgera Apoyî û wiha axivî, “Ez jî weke gaziyeke şer di şexsê hevrê û fermandar Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi bî rtînim û sozdariya xwe ji wan re tînim ziman. Îro jî gelê Kurd cara yekê ye xwe ji serkeftinê re amade ike û tekez wê pêk bîne.”

‘Heya serketinê em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Gaziyê şer Mazlûm Yildiz jî di şexsê pêşengên mezin Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Di pêşengiya Rêber Apo de, gelê Kurd careke din derket ser dika dîrokê û hebûna xwe da qebûlkirin. Helbet ev bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa pêk hat. Hevrê Mazlûm Dogan di nav şert û mercên herî zehmet ên Zindana Amedê de bi dirûşma, ‘Berxwedan Jiyan e’ ji hemû hevrêyên xwe re rêya têkoşînê rohnî kir. Fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî li çiyayên Kurdistanê agirê berxwedanê geş kir.”

Mazlûm destnîşan kir ku tevahî derfet û nirxên îro bi saya şehîdên nemir ava bûne û wiha dewam kir, “Neteweyên xwedî li şehîdên xwe derdikevin û ji bo armancên wan pêk bînin têkoşîn dikin, ti carî têk naçin. Ev di şexsê gelê Kurd de piştrast bûye. Em weke şagirt û şervanên Apoyî soz didin gelê xwe, heya dawiyê em ê têkoşîna xwe ya rûmetê pêş bixin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê azadiya gelê xwe ya bi sedê salan e bi hesreta wê ne pêk bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button