Gaziyên şer û şêniyên Firatê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo meşiyan

Gaziyên şer û şêniyên kantona Firatê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê, gaziyên şer, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêka pêvajoya aştî û civaka komînal e” li dar xist.
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”,”Bijî Serok Apo”, “Berxwedan jiyane” hatin berzkirin.
Meşê heta Qada Şehîd Egîd dewam kir, li wir deqeyekê rêz hate girtin. Dûre ji rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Bedîa Miho axivî û wiha got: “Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kir. Piştî vê bangê gelek gavên dîrokî hatin avêtin, wekî PKK`ê çekên xwe çewitandin û ji Bakurê Kurdistanê vekişiya. Lê li hember vê yekê dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê Rêber Apo bi fîzîkî di azad bibe.”
Bedîa Miho diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê mirovahiyê ye û wiha got: “Em bi hemû hêza xwe têkoşînê bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin û wî di nava xwe de bibînin.”
Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.




