Gaziyên şer û gelên kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi tevlîbûna gaziyên şer bi hezaran kes ji Hesekê gelek bajarên din, ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan.

Bi hezaran ji pêkhateyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Kampa Serêkaniyê, Waşûkanî û gaziyên şer bi dirûşma “Bi rihê komunalîzmê û civakek demokratîk, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn” meşek girseyî li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Meş li çarxerêya Kevokê ya li Til Hecerê dest pê kir, li kolana sereke ya Miftî berdewam kir û li ber navenda Çand û Huner ya Xabûrî ya taxa Miftî bi mitîngeke girseyî bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sebrî Efrîn axaftin kir û got ku berxwedana gel û berxwedana Rêber Apo dijmin gihandiye wê baweriyê ku zilim û zordarî ne çareserî ye û wiha berdewam kir: “Proje ya neteweya demokratîk çareseriya bingehîn a pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn e.”

Endama Kordînasyona Kongra Star, Welîda Botî, jî di axaftina xwe de da zanîn ku rêya pêkanîna aştiyê û avakirina civakek demokratîk, bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kirin “Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin û dixwazin ku bi me re azad bijî. Dem hatiye ku em encama têkoşîna xwe ya dirêj a ji bo azadî û rûmetê bistînin. Jinan di vê têkoşînê de rolek pêşeng lîstine û ev rol dê bi îsrarî bidome.”

Mitîng bi dirûşma “Azadî ji bo Rêber Apo” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button