Gaziyên şer şehîdên Helebceyê bi bîr anîn

Gaziyên şer ên şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn, soza bicihanîna armancên şehîdan dan.
Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 38’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an kom bûn.
Di kombûna bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir de, têkildarî komkujiyê axaftin hatin kirin.
Gaziyên şer diyar kirin ku desthilatdarî timî li hember gelên ji bo azadiyê radibin ser piyan bi zext û êrîş meşandine. Hat destnîşankirin weke gaziyên şer ên ji bo xak û civaka xwe berdêl dane li ku dere dibe bila biba wê xwedî li civakên azadîxwaz derkevin û gotin, “Em soz didin hêvî, armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin. Ji bo careke din ti gel û civak rastî komkujiyan neyên em ê têkoşîna xwe ya li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo bidomînin.”




