Gaziyên şer rojbûna Rêber Apo pîroz kirin

Gaziyên şer ên bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dar çandin diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna xwe bilind bikin.

Gaziyên şer ên Fedeasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo dar çandin.

Gaziyên beriya çandina daran 4’ê Nîsanê li hemû gelan pîroz kirin diyar kirin ku rojbûna Rêber Apo ji bo hemû mirovatiyê vejîn û hêviyeke mezin e û gotin, “Me bi Rêber Apo xwe nas kir. Weke gaziyên şer ên ji bo jiyaneke bi rûmet berdêlên giran dane, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe bilind bikin.

Piştî axaftinan gaziyên şer dar çandin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button