Gaziyên şer peyama Rêber Apo ya Newrozê xwendin

Gaziyên şer ên Hesekê ji bo xwendina peyama Rêber Apo ya Newrozê kom bûn, diyar kirin ku Rêber Apo pêşengê hemû gelên azadîxwaz e.
Peyama Rêber Apo ya Newroza 2026’an a mohra xwe li coş û heyecana Newrozê xist, ji aliyê gaziyên şer ve hat xwendin.
Gaziyên peyama Rêber Apo guhdar kirin destnîşan kirin ku Rêber Apo heya îro timî ji bo azadiya gelan têkoşîn kiriye û gotin, “Me ev rastî di vê peyama dîrokî ya Rêber Apo de careke din dît. Em kêfxweş in ku di dozeke di pêşengiya Rêber Apo de me berdêl dane. Rêbertî wezîfe û rola sereke daye gaziyên şer. Em ê bi kar û xebata xwe bibin layiqî Rêbertî û şehîdan.”
Gaziyên şer bal kişandin ser coşa Newroza 2026’an jî û ev anîn ziman, “Îsal li her devera Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd û Ereb pêkve Newroz pîroz kirin. Me bi peyama Rêber Apo wate û girîngiya Newrozê baştir fêm kir. Rêber Apo pêşengê hemû gelên azadîxwaz e. Em ê têkoşîna xwe hê xurttir bikin da ku di Newroza pêşiya me de, em Rêbertiya xwe di nav xwe de bi awayekî fizîkî bibînin. Bi vê wesîleyê em careke din Newroza 2026’an li gelên xwe pîroz dikin.”




