Gaziyên şer Newroza Qamişlo rengtir kirin

Gaziyên şer bi tevlîbûna xwe coş û heyecana Newroza Qamişlo rengtir kirin.

Duh li Qamişlo bi hezaran welatiyan û gaziyên şer li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê Newroza 2026’an pîrozkirin.

Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûneke zêde cihê xwe yê di pîrozbahiya Newrozê de de girtin.

Gaziyên şer dema ketin qadê rastî eleqeyeke zêde ya welatiyan hatin.

Di pîrozbahiyê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivîn.

Gaziyên şer ên beşdarî coşa Newrozê bûn anîn ziman ku ji ber tevlîbûna zêde ya gelê Kurd a ji pîrozbahiyên Newrozê re pir kêfxweş in û gotin, “Li her devera Kurd lê ne, pîrozbahiyên Newrozê bi girseyên qerebalix pêk hatin. Ev beşdarî xwedîderketina gel a ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re nîşan dide. Em ê teqez Rêberê xwe bi awayekî fizîkî di nav xwe de bibînin û gelê me li her parçeyan wê bigihîje azadiya xwe.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button