Gaziyên şer: Ji bo aştiyeke bi rûmet divê Rêbertî bi awayekî fizîkî azad be

Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li tevahî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên girseyî hatin lidarxistin. Gaziyên şer ên tevlî meşan bûn gotin, “Ji bo li tevahiya herêmê aştiyeke bi rûmet pêk were divê Rêbertiya me bi awayekî fizîkî azad be.”
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen meşên girseyî hatin lidarxistin. Di hemû meşan de gaziyên şer di refên pêş de cihê xwe girtin.
Meşvanan wêneyên Rêber Abdulah Ocalan û pankartên ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştiya cîhanê ye’ hilgirtin.
Gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê yên li hemû qadan di refên herî pêş de tevlî meşan bûn, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re diyar kirin û gotin, “Em ê her tim di şopa Rêberê xwe de bimeşin. Ji bo li tevahiya herêmê aştiyeke bi rûmet pêk were divê Rêbertiya me bi awayekî fizîkî azad be. Em ê li ser esasî têkoşîna xwe bidomînin.”