Gaziyên şer çûn serdana taziyeya şehîd Egîd Roj

NAVENDA NÛÇEYAN

Gaziyên şer ên çûn serdana taziyeya şehîd Egîd Roj, diyar kirin ku wê timî di rêya şehîdan de bimeşin û tola şehîdan teqez rakin.

Bi dehan gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana taziyeya şehîd (Şervan Sîdo) Egîd Roj ê 15’ê Sibatê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû kirin. Gaziyan di şexsê malbatê de ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxî xwestin.

Gaziyên şer ji aliyê malbata şehîd Egîd Roj li bin konê sersaxiyê yê li Hesekê hatiye vedan bi germî hatin pêşwazîkirin.

Di konê sersaxiyê de li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî axivî. Laleş ê di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî, di şexsê malbatê de sersaxî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û îşaret bi têkoşîna Egîd Roj a ji bo azadiya gelan û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Laleş Êzidî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku weke gaziyên şer wê timî li ser şopa şehîdan bimeşin û wiha axivî, “Wê dagirker ti carî negihîjin armanca xwe û wê serketin ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be. Berxwedan û têkoşîna gelan a li ser fikir û bîrdoziya Rêber Apo û şehîdan wê xewn û xeyalên dewleta Tirk a Osmaniya nû têk bibin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button