Gaziyên şer civîna xwe ya şeş mehan li dar xistin

Komeleya Şehîd Yamin a Şedadê civîna xwe ya 6 mehan li dar xist. Di civînê de ji bo dema pêş kar û xebat hê zêdetir werin berfirehkirin biryarên girîng hatin girtin.

Komeleya Şehîd Yamin a Şedadê ya gaziyên şer bi tevlîbûna rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh civîna xwe ya 6 mehan li dar xist.

Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir, hemû rêveber û endamên meclîsa komeleyê amade bûn.

Di civînê de destpêkê têkildarî rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ya herêmê nirxandin hatin kirin. Di nirxandinan de pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin weke xaleke taybet hat destgirtin.

Piştre jî rapora xebatan a 6 mehan a komeleyê hat xwendin û li ser nîqaş hatin kirin. Gaziyên şer ên mafê axaftinê wergirtin di çarçoveya rexne û xwerexnekirinê de kar û xebatên xwe nirxandin. Ji bo dema pêş kar û xebat hê zêdetir werin berfirehkirin jî biryarên girîng hatin girtin.

Di encama nîqaş û nirxandinan de hat diyarkirin ku ji bo pêşxistina kar û xebatan û bihurîna ji kêmasiyan a girîng ew e ku gaziyên şer li ser esasê fikir û îdeolojiya Rêber Apo her tim xwe perwerde bikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button