Gaziyên herêma Firatê: Em hemû Apoyî ne

Gaziyên şer ên herêma Firatê bi armanca nirxandina Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo civiyan. Gaziyan gotin, “Em weke gaziyên şer hewl didin bi fikir, raman û bîrdoziya Rêber Apo xwe pêş bixin. Bi vî awayî em ê bibin xwedî hêza pêkanîn û pratîzekirinê. Divê her kes zanibe ku em hemû Apoyî ne.”
Bi hejmareke zêde ya gaziyên şer ên jin û mêr li Navenda Gaziyên Herêma Firatê, têkildarî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo civînek hat lidarxistin. Di civînê manîfesto hat xwendin û nirxandin.
Gaziyên şer ên tevlî civînê bûn di destpêkê de kêfxweşiya xwe ya têkildarî peyama Rêber Apo ya bi dîmen anîn ziman û gotin, “Em bi dîmenê Rêber Apo gelekî kêfxweş û şanaz bûn. Piştî ewqas salan me dîmenê Rêber dît û dengê Rêberê xwe bihîst. Her gotineke Rêbertî ji bo me perspektîf û talîmat e. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, azadiya jin û civakê ye.”
Gaziyên şer diyar kirin ku ji bo baş fêmkirina pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin û weke gazî bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin, giranî dane perwerdeyê û gotin, “Em weke gaziyên şer hewl didin bi fikir, raman û bîrdoziya Rêber Apo xwe pêş bixin. Bi vî awayî em ê bibin xwedî hêza pêkanîn û pratîzekirinê. Divê her kes zanibe ku em hemû Apoyî ne. Ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêbertî divê her kes seferber bibe.”
Gaziyên şer di dawiyê de jî bang li tevahî gelan û jinan kirin û gotin, “Di vê pêvajoyê de bi hemû hêza xwe divê em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di nav liv û tevgerê de bin. Bila her kes hewl bide fikir û ramanên Rêber Apo fêm bike. Em ê bi vî awayî rêya çareseriya hemû pirsgirêkan bibînin. Bîrdozî û ramanên Rêbertî ji bo tevahî civakan û jinan rohniya jiyaneke azad û wekhev e. Ji bo ev pêvajoya Rêbertî daye destpêkirin bi ser bikeve û em Rêber Apo di nav xwe de bibînin, ji her demê bêhtir em ê di nav têkoşîn û xebatan de bin.”