Gaziyê şer Ebû Wasil bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke gaziyên şer û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebû Wasil oxir kirin.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke gaziyê şer û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebû Wasil (Mihemed Hemdan) ê 7`ê Cotmeha 2025`an dema li ser erka xwe bû li Sirînê şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha bajarê Sirînê yê girêdayî Kantona Firatê, hat oxirkirin.
Merasîma gelek gaziyên beşdar bûn, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Behiyê El Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopdarên rêya şehîdên da.
Behiyê diyar kir ku bi saya berxwedan û têkoşîna şehîdan ew gihiştine vê astê û wiha got: “Şehîdên me ji bo axa xwe û gelên xwe li ber xwe dan.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajarê Kobanê Miwefeq Seîd jî destnîşan kir ku ew bi şehîdan xwe serbilind in û got: “Şehîdên me bi hemû berxwedan û fedekariya xwe li hember dijmin têkoşîneke bê hempa dan meşandin. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên xeta şehîdên xwe bin.”
Li dû axaftinan wesîqa şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazê şehîd bi dirûşma “Şehîd namirin”,”Bi can û bi xwîn em bi te re ne, ey şehîd” hat oxirkirin.