Gaziyê şer ê Ereb Egîd: Em ê li hember êrîşan li ber xwe bidin

Gaziyê şer ê ji pêkhateya Ereb Egîd diyar kir ku weke Kurd û Ereb wê li hember êrîşên çeteyan li ber xwe bidin.
Gaziyê şer Egîd Şervan ê di şerekî li hember çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû û her du lingên wî felc in, li ser li hember êrîşên çeteyên HTŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk bi çeka xwe li gel hêzên parastinê cih digire.
Gaziyê şer Egîd Şervan ê ji Nûçe Ciwan re axivî diyar kir ku ew weke Kurd û Ereb bi hezarê salan e pêkve dijîn û got, “Dema ez birîndar bûm kesê ku min xilas kir hevalê min ê Kurd bû. Kesên hewl didin di navbera xerab bikin wê têk biçin. Weke Kurd û Ereb li hember van êrîşan em ê li ber xwe bidin.”




