EVÎNA WELAT

Ji pênûsa  têkoşeran

Welato…

Ez çawa nebim kevirek

Di bend û dîwarên te yên herifî de

Ez çawa nebim

Bilbilek dil bi kul

Difire di asîmanê bajarê te yên şewitî de

Welato…

Ez çawa nebim

Ristek ji lewjên

Di qirika helbestvanên te de

Ez çawa nebim

Têlek ji saza şikestî ya hozanên te

Ez çawa nebim

Pêlava zarokek pêxwas ku li ser xaka welatê xwe bûye penaber

Welato…

Ez çawa nebim

Dilopek xwîn ji birîna

Di navbera mil û pêsîra delalê te de hatiye vekirin

Ez çawa nebim

Hevdek ji biskên Zîlana xwe kiriye evîndara jiyanê

Welato…

Ez çawa nebim

Çirûskek ji agirê

Ji bejna evîndarên te

Bilind bûye û bûye Newroz

Ez çawa nebim

Mistek ji kaxa sar li bin

Piyên xort û keçên di rêYa serfiraziya te de

Fincanek  ser bi xwîn hilgirtine

Welato…

Li ber evîna te

Hemû evîndaran serî tewandin

Welato…

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button