Êrîşên li ser Siwêdayê li hember nirxên civakan û baweriyan e

Gaziyên şer ên herêma Şedadê bi armanca rola gaziyan a di pêvajoya heyî de kom bûn, diyar kirin ku êrîşên li Siwêdayê berdewama êrîşên li beravên Sûriyeyê ne û gotin, “Ev êrîş li hember nirxên civakan û baweriyan e. Dixwazin tekperestiyê li ser gel û baweriyan ferz bikin.”
Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi wesîleya 13. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê û têkildarî geşedanên dawî yên li herêmê û Sûriyeyê gaziyên şer ên herêma Şedadê kom bûn.
Di civînê de piştî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê, perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî gaziyên şer hatin xwendin.
Piştre endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî bal kişand ser geşedanên dawî yên li herêmê û diyar kir ku êrîşên li ser Siwêdayê berdewamiya êrîşên li beravên Sûriyeyê rû ne û got, “Ev êrîş li hember nirxên civakan û baweriyan e. Ew çeteyên li hember civaka Durzî wan êrîş û heqaretan dikin, eger derfet bibînin, wê êrîşên xwe berfireh bikin. Dixwazin tekperestiyê li ser gel û baweriyan ferz bikin”
Laleş Êzidî axaftina xwe wiha domand, “Di vê pêvajoya em ketine 13. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de pir eşkere xuya dike bê şoreşa li ser hîmên fikir û felsefeya Rêber Apo ava bûye ji bo civak, gel û bawerî bi azadî pêkve bijîn, çiqasî girîng e.”
Piştre jî gaziyên şer têkildarî rewşa heyî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê bi ruhê berxwedaniya Şoreşa 19’ê Tîrmehê hemû berpirsiyariyên pêwîst bînin cih û gelên xwe biparêzin.