“Emê Bi Berxwedaniya Rêhevalên Xwe Serbikevin”
- Gaziyê şer yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çekdar Qamişlo behsa birîndarbûna xwe kir û got, “ji bo ku em nefeseke azad bikişînin û jiyaneke bi rumet jiyan bikin em şer dikin û emê şer bikin jî. Min birîndariya xwe ji bo xwe pîroz dît wê demê min hîs kir ku ez xweşik bûme.“
Çekdar Qamişlo:
“Di sala 2011’ ê de; bi amadekariyên Şoreşê re weke ciwanên Rojava me rêxistinkirina xwe didomand û me dixwest ku hemû ciwanên Rojava tevlî şoreşê bikin. Kelecana şoreşê li aliyekê, dîtina hevalan û raste rast bi destê hevalan perwerde kirin û fêrbûna jiyanê kelecanek pir mezin dida me. Bi wê kelecanê re çi kar dihat pêşiya me, me bi cih dianî. Bi destpêkirina şoreşê re qehremantî û fedakariya ciwanên Rojava berbiçawe. Di heman demê de ciwanên Rojava bi kelecaneke pir mezin tewlî şoreşa rojava bûn.
Ez di sala 2014’an de beşdarî nava refên azadîyê bûm. Ez ji bajarê Qamişlo me. Min pêngava rizgarkirina Reqa de cihê xwe girt. Dema ku ez derbasî pêngava Reqa yê bûm, demekê kin di pêngava Reqayê de mam, herî dawî ez birîndar bûm. Piştî ku ez baş bûm dîsa çûm nava qada şer, ji ber ku ez bê hevalan nikarim jiyan bikim. Dema ku erebeya teqemeniyê hat û xwe teqand, heval Ayaz Qamişlo ji bo hevalê wê tistek nebe berî ereba teqemeniyê were diçe ber erebê, xwe diteqînê û heval ayaz wir şehîd dikeve. Ez dixazim behsa şehîd ayaz bikim. Hinek xwatir xwestin bê wextin û gava em wan oxir dikin em di wê oxirê de diherikin. Min di helbestekê de dîtibû û di got: xwatir xwestinên bê wext para kê be qêrînên herî delal ya wan e. Min beriya niha nedîtibû ku delal bûyîn ewqas biêş e. Hinek mirov wekî kulîlka nêrgizê ne. Di hemû zor û zehmetiyan de berxwedaniyek bê hempa didin, û bi wê berxwedaniyê re serî wan her tim bilind e.
Serêkaniyê bajarekî rojavayê Kurdistanê ye, ku li cem Ceylanpinarê ye. Ji xwe navê Ceylanpinarê yê rastîn jî Serêkaniyê ye. Yanî zaliman di navbera bajarekî Kurdan de sînor danîne, têl kişandine û ew kirine du bajar. Niha Serêkaniyê di bin gulle û topan de ye. Di sala 2019 dan de min tehemûl nekir ez çûm Serêkaniyê û di wan dema de şereke pir giran hebû û dewleta tirk ya dagirker bi tank û teyareyên xwe êrişê Serêkaniyê dikirin. Parçê tankê destê min ket ez dîsa birîndar bûm. Bi wî birîndarbûnê we destê min qût bû. Ew birîndarbûna min pir giran bû. Ji bo ku em nefeseke azad bikişînin û jiyaneke bi rumet jiyan bikin em şer dikin û emê şer bikin jî. Ez waya dikarim wekirî bînim ziman ji bo birîndariya min tu bandoriyek di aliyê neyînî de li ser min nehate avakirin. Min birîndariya xwe ji bo xwe pîroz dît wê demê min hîs kir ku ez xweşik bûme.
Lê belê mijara ku ez pê xemgîn dibûm dema ku min hevalên xwe didîtîn û her hevalekê qîr dikirin û digiriyan, dema bi min diêşîyan wê demê ku jî, pê diêşîyam.
Min tim digot mirovekî di vê şoreşê de birîndar bibe, yan canê xwe bide ewqas mirov bî çavekî pîroz li te temaşe bikin. Di vê milî birîndarbûna xwe de min pir rihet jiyankir, min wê çaxê got ev birîndarbûneke ne ku ez pê biêşim. Her wiha mirov bixwaze, dikare cudatiyê di xwe de dibine. Ez waya dizanim emê bi berxwedaniya rêhevalên xwe serbikevin. Rêber Apo dibîje “Gazî Şehîdên Nemir in!” armanca me û hemû têkoşîna me niha ji bo wê ye ku, em karibin layîqî wê gotin û watedana Gaziyan a Rêbertî bin.”