Em ê xwe zana bikin da ku bibin layiqî keda Rêbertî

Arîn Koçer

Min duh bi şev xewneke pir xweş dît. Piştî ez ji xewê şiyar bûm û min dît ku xewn e. Lewma ez pir xembar bûm û min ji xwe re got ku xwezî, rast ba û ez niha li cem Rêber Apo bama. Di nîvê wê şevê de min ji xwe re got, “Xwezî ez çûbama Girava Îmraliyê ji bo min xizmeta Rêber Apo kiriba û ez gelek tişt jê fêr bibama. Ez niha jî wiha dihizirim û dibêjim, gelo mirov pêşniyar bike wê neyê qebûlkirin? Wele şansekî pir mezin e mirov biçe cem Rêber Apo û pêre nîqaş bike. Li gorî min fêm kir hevalên li zindanê xwedî şansekî pir mezin in. Rojane yan jî her çend rojan Rêber Apo dibînin. Hesreta min e ku ez Rêberê xwe bibînim.

Wê hêviya min her hebe ku teqez ez ê rojekê Rêber Apo bibînim û jêre bêjim. “Em weke gelê Kurd û bi taybet jî weke jinên Kurd bi sedê salan e, em bi hesret bûn ku Rêberekî me hebe. Em jî serê xwe di nava xelk û alemê de pê bilind û bêjin ku me jî serok û Rêber heye.” Di dîrokê de dewletokên Kurdan çêbûne, lê mixabin ji ti kesî re xêr û feydeya wan çênebûye. Jixwe Rêber Apo di peyama xwe ya dîrokî de qala pergala demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê kiriye û niha jî qala civaka demokratîk a sosyalîst dike. Ev jî tê wê wateyê ku dê yekîtiya civakan were çêkirin û pergaleke enternasyonalîst ava bibe. Ez bawer im wê pergala mijara gotinê ji derdê jin û gelan re bibe derman. Wê tevahî pirsgirêk werin çareserkirin. Wê mirovahî hênaseke rehet bikişîne.

Niha jî ez ê xewna xwe ji were vebêjim. Şeveke ji şevan min xewneke wiha dît: Ez û çend heval bûn. Tê  bîra min ku berf dibariya û me berê xwe dabû cihekî. Ji me re dihat gotin ku Rêber Apo li wir e û me Rêbertî didît. Dema em diçûn gel Rêber Apo û me silav lê dikir, hema dest bi nîqaşê dikir. Ji min re got,  “Divê tu bixwînî û binivîsî.” Paşê destê xwe dida ser serê min. Digot, “Ez ê mizgîniyekê bidim te. Vaye kurmamê te Qehreman. Dema şehîd Qehreman dît ez matmayî mam. Rêber Apo ji min re digot ku “Tu kêfxweş bûyî?” Min jî digot ku ez kêfxweş im û Rêber Apo bi tebesum, temaşeyî min dikir û digot, “Mizgîniyeke min a din jî ji te re heye” û qala dayika min dikir. Hema min didît ku dayika min li pêşiya min e. Diyar bû ku dayika min jî weke min xewn dîtiye û ji min re şîrove dikir. Rêber Apo piştre gulek, lênûs û pênûsek dida min û ji nişka ve winda dibû.

Ez di xewna xwe de jî gelekî kêfxweş dibûm. Niha wateya çawa li wê xewnê bar dikim, ez ê ji we re bibêjim: Rêber Apo beriya niha jî di xewnê de lênûs û pênûs dida min. Ev jî tê wateya Rêber Apo dixwaze ez weke jin xwe pir zana bikim û binivîsînim da ku ez weke jineke têkoşer pir bihêz têbikoşim, her serkeftî bim ji bo ez layiqî; ked û têkoşîna wî bim.

Ez jî soz didim Rêber Abdullah Ocalan ku ez ê her û her xwe pêş bixim û zana bikim ji bo ku azadiya xwe û azadiya civakê pêkan bikim. Di serî de jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button