‘Em ê ti carî pêşengên xwe ji bîr nekin’

Gaziya şer Barîn Kobanê têkildarî şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî got, “Em ê ti carî van fermandar û pêşengên xwe yên hêja ji bîr nekin. Em ê tola wan bi avakirina welatekî azad, bicihanîna hêvî û xeyalên wan rakin.”
11’ê Sibata 2024’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek êrîşî Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di vê êrîşa bêbext û nemerdane de ji rêveberên federasyonê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Barîn Kobanê bi boneya salvegera şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ji ajansa me re axivî.
‘Fermandar Sorxwîn bi kenê xwe jîngeh geş dikir’
Barîn Kobanê da xuyakirin ku xwedawenda welatê rojê Sorxwîn, hewl dida ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin bimeşîne û got, “Nêzîkatiyên hevala Sorxwîn ji hevalên gazî re gelekî cuda bû. Her tim dixwest bi wan re bibe alîkar û mijûl bibe. Dema têkildarî rewşekê bi hevalan re nîqaş dikir, hewl dida bi wan bide fêmkirin û wan îqna bike. Rojekê ez û hevala Sorxwîn bi hev re çûn gundê Şêxler. Gelekî bi min re westiya û ez gerandim. Bi sebir ez guhdar dikirim û dixwest bi min bide fêmkirin. Digot, “Vîna mirovan di ser her tiştî re ye û eger vîna mirovan xurt be wê ji bo wan ti tiştek zehmet nebe.”
Têkildarî kesayet û sekna fermandar Sorxwîn jî Barîn ev xisûs anîn ziman, “Fermandara me bi ronahiya kenê xwe jîngeh geş û zindî dikir, hêvî dida derdora xwe. Hevala Sorxwîn jinek pir dijwar û serhildêr bû. Ti carî serê xwe ji kesî re neditewand û wêrek bû. 24 saetan dixebitî, xwe perwerde dikir û dixwest hevalên li cem xwe jî perwerde bike. Her tim tehlîl, nirxandin û dahûrandinên Rêber Apo dixwend. Timî digot, ‘Ez jiyana xwe vala derbas nakim. Mirov çi qasî fikir û ramanên Rêber Apo bixwîne, ew qasî pêş dikeve û dîroka xwe jî nas dike.’ Weke hevaleke gazî bi berxwedaniya raber kir mohra xwe li dîroka Kobanê da. Di şerê rûmetê yê Kobanê de çavekî xwe ji dest da. Lê qet rojekê gilî û gazincek nekir.”
‘Timî hewl dida rastiya Rêbertî bide fêrkirin’
Gaziya şer Barîn Kobanê der barê şoreşgera jin a pêşeng Azadî Dêrîk jî wiha axivî: “Fermandar Azadî qet ferq û cudatî nedikir navbera jinên Kurd, Ereb û Suryan. Digot, ‘Ev gel jî ji çand, ziman û nasnameya xwe hatine dûrxistin û ji hêla serweran ve hatine pelçiqandin. Lewma pêwîst e, em li kêleka hev têkoşîn bikin û bibin avakerên pergala demokratîk. Hewce ye em ji bo wekhevî û azadiyê têbikoşin.’ Hevala Azadî weke jineke pêşeng, dilxwaza jiyana wekhev û azad her tim hewl dida rastiya Rêbertî bi gel bide naskirin û wan şiyar bike. Digot, ‘Çi qasî ked bidim jî ez deyndarê Rêber Apo û gelê xwe me.’ Hevala Azadî her çendî di nava gel û hevalan de pir dihate hezkirin û kedkareke fedakar bû jî, xwe deyndar didît û li gorî wê asta têkoşîn û berxwedana xwe timî bilind dikir. Li ser van bingehan hevala Azadî hevaltiya xwe her her tim mezin dikir, ti caran nedihişt dijmin kêfxweş bibe.”
Barîn Kobanê bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Em ê ti carî van fermandar û pêşengên xwe yên hêja ji bîr nekin. Em ê tola wan bi avakirina welatekî azad, bicihanîna hêvî û xeyalên wan rakin. Em soz didin her tim ji bo armanc û hedefên heval Sorxwîn û heval Azadî di oxira wan de çûn şehadetê têkoşîna xwe bidomînin.”