Em ê jiyana wan ji xwe re bikin mînak

Gaziyên şer ên Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik di duyemîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn gotin, “Em soz didin jiyan û têkoşîna hevrê Sorxwîn û Azadî timî ji xwe re bikin mînak.”
Ji rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an li Qamişloyê di encama êrîşeke dewleta Tirk de tevlî karwanê şehîdan bûn. Gaziyên şer Egîd Efrîn, Rojda Dêrik û Zîlan Kobanê têkildarî jiyan û têkoşîna hevrêyên xwe Sorxwîn û Azadî nirxandin kirin.
‘Em ê hevrê Sorxwîn û Azadî timî bidin jiyandin’

Egîd Efrîn: Hevala Sorxwîn ked û têkoşîneke mezin navê xwe di rûpelên pîroz ên dîroka gelê Kurd de nivîsand. Jineke çalak, berxwedêr û ji xwe bawer bû. Hevala Azadî jî kêmî wê nebû. Bi rastî weke hevaleke bi hêz bi hemû karên şoreşê rabû. Ji dil û can têkoşîn dikir. Her di nav hewldanan de bû ku xwedî li keda Rêber Apo û şehîdan derkeve. Ez hurmet û rêzdariya xwe ji wan re dubare dikim. Şehadeta wan, ji bo min gelekî giran hat. Em ê wan hevrêyên hêja di têkoşîn û jiyana xwe ya şoreşgerî de timî bidin jiyandin. Şoreşa Rojava ya hevrê Azadî û Sorxwîn, bi têkoşîna xwe tevkariyeke mezin lê kirin, wê her hebe. Bi wesîleya duyemîn salvegera şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî bang li gelê me dikim ku di vê pêvajoya êrîş û gef li ser şoreşa me ya Rojava hene yekîtiya xwe xurt bikin û li kêleka şervanên xwe yên bi rûmet cih bigirin.
‘Bibûn du milîtanên fedaî yên Rêbertî’

Rojda Dêrik: Bi rastî heval Sorxwîn û heval Azadî xwedî dilên pir mezin û weke deryayan fireh bûn. Gelekî têkoşîn kirin. Ji bo hevalên gazî pir ked dan û ji wan re bûn hevrê û heval. Xwedî înîsiyatîf û jêhatî bûn. Mirov dikare bêje ku hemû karên saziyê ji aliyê wan ve dihat meşandin. Têkildarî têkoşîna jinan jî wêrek û serhildêr bûn. Du hevalên bi rastî xwe derbas kiribûn û bibûn du milîtanên fedaî yên Rêbertî. Dilnizm, mutewazî û dilsozên hevalên xwe bûn. Tawîz ji pîvan û prensîbên rêxistinî nedidan. Nedihiştin hevalên gazî bi çavekî êdî nikarin ti karî bikin li xwe binêrin. Di civînan de her tim rol û mîsyona pêşengtiya gaziyan dianîn ziman. Çavkaniya hêz, hêvî, coş û moralê bûn. Em soz didin jiyan û têkoşîna hevrê Sorxwîn û Azadî timî ji xwe re bikin mînak.
Em ê Şoreşa Rojava ya Azadî û Sorxwîn dildarên wê bûn biparêzin

Zîlan Kobanê: Beriya her tiştî fermandarên xwe Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik bi rêz û hurmet bîr tînim. Di berxwedana Kobanê de ez bi heval Sorxwîn re mam. Tarz, sekn û tevgera wê bi rastî jî pir bal dikişand. Weke jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Kobanêya berxwedêr berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Hevrê Sorxwîn ji Kobanê û xelkê wê pir hez kir. Gelê me yê Kobanê jî pir jê hez kir. Li ser wesiyeta wê piştî şehîd bû, li Kobanê ew spartin axê. Heval Azadî mîna hevrê Sorxwîn evîndara xaka Rojava bû. Bi rûkeniya xwe cihê diçûyê rengîn dikir. Azadî weke hevrêyeke ji Dêrika Hemko xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de pir pêş xistibû. Zanebûn û tecrûbeyên xwe timî bi hevalên xwe re parve dikir. Em ê ti carî hevrê Sorxwîn û Azadî ji bîr nekin. Em ê Şoreşa Rojava ya Azadî û Sorxwîn dildarên wê bûn li hember her cure êrîşan biparêzin.




