Em ê her tim gelên xwe biparêzin

 

Ji gelên me û çapemeniyê re

Şer û gengeşeya li cîhanê û Rojhilata Navîn tesîra xwe li tevahiya Sûriyeyê dike, rewşa li welat a heyî hîn zêdetir dike û  gelên herêmê dike nava tengasiyên pir mezin. Hêzên çete yên El Nûsra yên parçeyek ji DAIŞ’ê ne, ji 27’ê Mijdarê ve bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst ve dîsa dest bi êrîşan kiriye.

Guman nîne ku di plansaziya van êrîşên dawî yên çeteyên El Nûsra yên li ser Helebê û derdora wê de Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî heye. Dîsa divê were zanîn ku sersedema van êrîş û gengeşeyên heyî rejîma Sûriyeyê bi xwe ye û heya kesayetek weke Beşar Esed ê lawaz û pasîf hebe, wê rewşa welat wiha be û dibe ku xerabtir jî bibe.

Lawaziya pergala Sûriyeyê û bêhakimiyeta wê dihêle ku welat ber bi serjêriyek xeter ve biçe, gelên herêmê her şerpeze bibin, bikevin rewşa penaberî û koçberiyê. Ev zêdetirî 12 salan e gelên Sûriyeyê qet aramî û xweşî nedîtine, her mala wan li ser pişta wan e û heqaret li wan dibe.

Pêwîst e gelên Sûriyeyê zanibin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro li ser serê wan tê pêkanîn û li ser vî esasî divê ji her şer û pevçûnan re xwe amade bikin, di zanebûna şer û komployan de bin. Lewma divê em li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe amade bikin.

Weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî parastina gelên xwe û xaka xwe em ji her tiştî re amade ne. Bi destekî, lingekî û çavekî be jî li ser esasê bîrdozî, bawerî û hêza em ji Rêber Apo û şehîdan digirin, em ê li hember van hemû êrîşên nemerdane di nav berxwedan û têkoşînê de bin.

Em soz didin tevahiya gelên xwe ku em ê ji bo parastina şeref û rûmeta wan di nav şer û berxwedanê de bin. Ji dil û can em bawer dikin ku wê serketin a gelên berxwedêr û şervanên azadiyê bin.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

30.11.2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button