Em ê cîhan û jiyaneke bedew ji zarokan re ava bikin

Gaziyê şer Qehreman Têkoşêr ê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê pîroz kir got, “Tevahî têkoşîn û berxwedana me ew e em cîhan û jiyaneke xweş û bedew ji zarokan re ava bikin.”

Ji bo mirov balê bikişînin ser mafên zarokan û jiyaneke baştir bijîn her sal 20’ê Mijdarê weke Roja Mafên Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Di vê rojê de ji bo mafên bingehîn ên zarokan bên parastin, karibin ji perwerdeyê sûd bigirin, ji bo rastî kiryarên xerab neyên tedbîr bên girtin û derfetên karibin jiyaneke bi tenduristî bijîn aktîvîteyên cihêreng tên lidarxistin. Armanca esasî ya Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ew e ku ji bo parastina mafên zarokan civak werin agahdarkirin û li cîhanê di mijara mafên zarokan de standartek bê avakirin e.

Gaziyê şer Qehreman Têkoşêr têkildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Qehreman Têkoşêr destnîşan kir şoreşa Kurdistanê ya di pêşengiya Rêber Apo de ji bo tiştên hatine serê dayik û bavên me neyên serê nifşên nû û bi taybet zarokan hatiye pêşxistin û got, “Gelê Kurdistanê zêdetirî sed salî ye dabeşî çar parçeyan hatiye kirin. Hêzên dagirker weke gel em ji hhev qut kirin. Her dewleta dagirker li ser me polîtîkayeke tinekirin û asîmîlekirinê meşand. Bi derketina holê ya Tevgera Azadiyê re gelê Kurd de serwextbûneke mezin çêbû. Di pêvajoya salên 1990’an de di serhildanên gel de zarok, ciwan û jin li herî pêş bûn. Ew zarok mezin û gelek ji wan bûn gerîlayên welatê xwe.”

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer anî ziman li erdnîgariya Kurdistanê ji êrîşên dagirkeran herî zêde jin û zarok bandor bûn û got, “Tevahî têkoşîn û berxwedana me ew e em cîhan û jiyaneke xweş û bedew ji zarokan re ava bikin. Di pêşengiya Rêber Apo de em ê teqez wê jiyanê weke diyarî bidin tevahî zarokên Kurdistanî û Rojhilata Navîn. Bi vêwesîleyê ez Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji dil û can pîroz dikim.”

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer di dewama axaftina xwe bal kişand ser 25’ê Mijdarê Roja Tundiya li serJşiinê jî û ev anî ziman, “Di vê rojê de pêwîst e hemû mêr çalak bibin û dawiyê li tundiya li ser jin û civakê bînin.  Ji bo pêşerojeke azad û wekhev divê mêr xwe ji wê zîhniyeta desthilatdarperest û mijokdar rizgar bikin. Ji bo cîhaneke bêşer, bê tundî û bê koletî paradîgmaya Rêber Apo derman e. li ser vî esasî divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button