Em ê armanc û xeyalên Ziyad û Denîzan pêk bînin
Axîn Kobanê

Ez li ser we nagirîm, rondikan nabarînim. Hawar jî nakim. Ji ber hûn hêjayî mezintirîn hişmendiyan e. Hûn bedewtirîn û zanatirîn mirov in.
Hûn xwedî mezintirîn helwest û biryar in. Hûn xwediyê zelaltirîn hest û pêşbînan e. Hûn xwedî heq û maf in ku ti kes nikare ji we bistîne.
Hûn hîleyan û henekan jî nakin. Hûn ya herî rast dikin. Ev der cih, war û hêlîna we ye. Wê li wir lîstokên zaroktiyê lîstine.
Ji lewra ev der bîr û hafizeya we, hesret û bêrîkirina we ye. Di nav lîstikan de hûn ber bi dayik û bavê xwe ve beziyane. We ji wan re gotiye, “Qewet be bavo û dayê.” Hûn bi hev re keniyan û xemgîn bûn.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li warê dayik û bavan, we li hember hov û barbarên herî nemerd, bêwijdan û exlaq berxwedana herî herî esîl a mirovatî tenê dîrokê de dikare lê rast were nîşan da.
Ez pesna we nadim. Ji ber pêwîstiya we bi pesndayînê nîne. Bi jiyan, têkoşîn, berxwedan û gotinên xwe we her tişt piştrast û îspat kir. We serê hemû Kurdan, jinan û mirovên bi rûmet bilind kir.
Lewma hûn wêrektirîn mirovên sedsalê ne. Hûn rênîşandarên me yên herî heybet, qedirbilind û pîroz in. Lewma rêya me diyar e, biryara me diyar e, helwesta me diyar e. Ji bilî vê rêyê ti rêyeke me ya din nîne. Her wiha ji bilî vê biryarê biryareke me ya din nîne. Em ê her di şop û fermana şehîdan de bimeşin.
Em ê bi ruhê berxwedanê yê lehengên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ber bi serketinê ve biçin. Li ser soza me daye şehîdan em ê xeyal û armancên Ziyad û Denîzan pêk bînin.




