Em bi hêvî ne Cejna Remezanê û Newroz bibin wesîleya aramiyê
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Em Newroza sembola berxwedan û têkoşînê ya gelan di serî de li mîmarê jiyana azad Rêber Apo, tevahî şehîdan, gaziyên şer û gelên bi rûmet pîroz dikin. Her wiha em Cejna Remezanê ya gelên Misliman jî ji dil û can pîroz dikin.
Rêbertiya me di rojeke Newrozê de biryara têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd da û ji wê rojê ve agirê Newrozê bi hemû heybeta xwe li çiyayên Kurdistanê bi rohniya xwe hêvî, hesret û coşa gelan xurt dike.
Çawa Kawayê Hesinkar li hember Dehaqê zalim dest bi têkoşîna azadiya gelan kir, Rêbertiya me jî li hember pergala herî zalim a dîrokê û hêzên dagirker bi fikir û felsefeyeke muezem a serwextbûnê meşa ji bo azadiyê pêş xist.
Îro gelê Kurd careke din bi xwe re ji bo hemû gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn rêya azadî û pêkve jiyanê vekiriye. Ev rê bi bîrdoziya Rêbertiya me her tim şewq dide.
Bi têkoşîna zêdetirî nîv sedsalê ya Rêber Apo û di bin şîara “Berxwedan Jiyan e” Mazlûm Dogan, lehengên azadiyê Rehşan Demîrel, Zekiye Alkan û Sema Yuceyan de êdî her roja gelê Kurd bûye Newroz. Şervanên azadî û rûmetê jî bûne sipartekên herî qewîn ên hêviyên rojên azad ên bindestan.
Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û civakan dikin ku li ku derê dibin bila bibin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin û têkoşîna li hember Dehaqên xwînmij pêş bixin. Bi ruhê berxwedanî û biryardariya Newrozê parastin û pêşxistina Şoreşa Rojava erk û mîsyona her kesên xwedî nirxên mirovî ne.
Weke gaziyên şer soz didin heya dawiyê em ê xwedî li nirx û destketiyên Şoreşa Rojava derkevin û li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û pêkve jiyana gelan misoger bikin.
Em bi hêvî ne Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bibin wesîleya aramî, hizur û aştiyê ya hêviya hemû mirovatiya pêşverû ye.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
20.03.2026




