Du lehengên di oxira azadiyê de canê xwe dane

Selena Dêrik

Li cîhanê ti şoreş û serhildan bê berdêl nehatine avakirin. Gelên doza mafên xwe yên azadiyê dikin bi qirkirin, sirgûn û komkujiyan re rû bi rû tên. Helbet tiştên dixwazin erzan nîne. Weke Rêbertî dibêje, “Dara azadiyê bi xwîna şehîdan tê avdan.”

Di gelek şoreş û serhildanên di dîrokê de rû dane, çiqas şehîd hatibin dayîn jî bi demê re hatine jibîrkirin. Ti kes navê wan nizane û haya nifşên nû ji wan çênabe. Her wiha ew gel nezanin bê çiqas ked û berdêl hatiye dayîn û ji bo avakirina şoreşê, têkoşeran çiqasî zor û zehmetî kişandine.

Lê belê di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de berevajî vê yekê, şehîd di asta herî jor de tên destgirtin. Nirxên me yên herî giranbiha şehîdên me ne. Şervanên azadiyê di rêya şehîdan rohnî kirine de dimeşin. Ji bo armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin, bêteredut ala berxwedanê li ba dikin.

Rêber Apo bi şehadeta her hevalekê û hevalekî re pir diêşe û dibêje, “Mîna ji canê min parçeyek diçe.” Rêber Apo şehadeta hevalan wisa digire dest û her şehadetekê dike bingehê pêşxistina pêngaveke nû ya di şoreşa azadiyê de. Ji ber şehîd ew kes in ku wateyê didin vê jiyanê û bêmiriniyê diafirînin.

Hevalê Mazlûm Dogan yek ji pêşengê Tevgera Azadiyê ye ku bi jîrbûna xwe tê naskirin. Hevalekî xwedî sekneke şoreşger, bi prensîb û bi pîvan e. Heval Mazlûm her tim di dilê hevalên xwe de xwedî cihekî cuda bû. Hevalekî di aliyê îdeolojîk û rêxistinî de xurt û xwedî kesayeteke dilnizm bû. Rêbertî têkildarî hevrê Mazlûm dibêje, “Mazlûm PKK ye.  Mirovekî xwedî helwest û partiyî bû. Ti carî bi pîvanan nedilîst û nedihişt ti kes vê yekê jî bike.” Di salên 1982’yan de dema li Zindana Amedê bû, tevî ewqas êşkence, şertên zor û zehmet jî ti carî dest ji jiyana rêxistinî û pîvanên wê berneda. Teslîmîyet qebûl nekir. Berevajî berxwedan hîn xurttir kir û 21’ê Adara 1982’yan bi agirê bedena xwe rêya berxwedanê ji heval û hogirên xwe re rohnî kir.  Çawa Kawayê Hesinkar li hember Dehaqan serî rakir û agirê azadiyê bilind kir, Kawayê Hemdem heval Mazlûm jî li hember zilmê serî rakir.  Gelê Kurd bi salan e bi gurkirina agirê Newrozê re diyar dike ku wê ti carî serî netewîne û meşaleyê azadiyê her tim geş bikin.

Hevalê Mahsum Korkmaz (Egîd) ê pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê ye, yek ji wan hevalan e yê bi roleke pir girîng rabûye. Di demeke ku gelê Kurd ji her tiştên xwe hatibû mehrûmkirin û hebûna mirovên Kurd ji aliyê ti kesî ve nedihat zanîn, nasname, çand û navê wan jî nedihat naskirin, pêngava 15’ê Tebaxê hat pêşxistin. Bi vê pêngavê re gelê Kurd ji xewa giran şiyar bû û êdî gelê Kurd bûye heqîqeteke ku ti kes nikare hebûna wî înkar bike û ji nedîtî ve were. Fermandar û pêşengê Tevgera Azadiyê heval Egîd 28’ê Adara 1986’an tevlî karwanê şehîdan bû. Rêber Apo têkildarî heval Egîd dibêje, “Hevrê Egîd fermandarekî hêja bû yê dizanîbû divê Newroz bi hêviyên mezin were pêşwazîkirin û li gor wê şer bê pêşxistin.  Haya wî ji vê hebû û di şert û mercên herî zehmet de gavên mezin ên xurt dikarîbû biavêje.”

Ji bo bîranîna hevrê Mazlûm û hevrê Egîd, Tevgera Azadiyê sala 1986’an biryar girt ku her sal 21-28’ê Adarê weke Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî were pêşwazîkirin. Ji wê demê heya îro gelê Kurd û dostên wan her sal Hefteya Qehremaniyê bi Newrozê re pêşwazî dikin û qehremanên xwe yên nemir bi bîr tînin. Di şopa hevrê Mazlûm û hevrê Egîd de soza xwe ya meşa ber bi azadiyê de nû dikin.

Bi vê wesîleyê di şexsê heval Mazlûm û heval Egîd de em tevahî şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Şehîd ew kes in ku bi xwîna xwe erdê ziwa hêşîn kirine. Em ê her tim şehîdên xwe bidin jiyandin. Tiştên em ji wan fêr bûne em ê ji xwe re bikin ronahî û di rêya wan de bimeşin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button