Divê mirov şoreşgertiyê herî bi heybet bijî
Cûdî Cizîr

Li gor rastiya jiyanê jiyîn û dana jiyîn bi rêgeza vekiribûnê dest pê dike. Di vê wateyê de mirov çi qas ji jiyanê hez bike wê ewqas xwedî lê derkeve, wê ew qas çareser û afirîner be. Di oxira jiyanê de cihê pêwîst dike bijî û cihê hat jî bê ku tiştekî bihizirê bimirî! Bêguman mirinek ji rêzê em naxwazin, lê dema cihê wê hat divê em bizanim bimirim jî. Ya rast ji bo şoreşgeran diyardeya jêre dibêjin mirin nîne, ji ber em tenê cih û nêveng diguherînin. Raman, hest, xeyal her tim dijîn û ji nifşekî derbasî nifşek din dibe. Jiyan di înkara hestan de derbas nabe. Ya girîng rast nêzîkbûna hestan e. Em mîna giyayekî şîn nabin û hişk nabin. Şoreşgerê dema piştî mirinê di dilê xwe de hîs dike qet namire. Vaye me ev serdem û pêvajo jiya.
Gaziyên şoreşê bi ken bi ser wî cenawirê jêre dibêjin mirinê ve çûn û tarîtî hilweşandin. Me diyardeya jêre dibêjin mirin bi bin xist. Em dizanim mirin navek jiyanê yê cuda ye. Jiyan jî navek mirinê yê cuda ye. Bêguman divê bi mirinê jiyana nû em bi hêz bikin, em ji nifşê nû re pêşerojekê bihêlin. Tiştên mirov dike jiyan, bawerî, pîvan û lêgerînên wê ne. Jiyana şoreşgeran bi rengan dagirtiye, lewra mirovên asayî bi qasî şoreşgeran bi coş û kêfxweş nêzî jiyanê nabin. Di heman demê de yê bi qasî şoreşgeran wate dide êşên xwe jî tineye. Şoreşger evîna jiyanê ye. Lêgerîna heqîqetê azweriya mirov e. Divê pîrozbûna jiyana şervanên Apoyî were zanin. Jiyana şoreşgeran ji bo evînek jêneveger û bi hemû zehmetiyên xwe ve xweşik e. Divê mirov şoreşgertiyê herî bi heybet bijî.
Şoreşger her tim rûken e, bi hezkirin jiyanê hembêz dike. Di çavên şoreşgeran de biriqandinek heye. Tiştên tên jiyîn di jiyana mirov de her tim weke şopekê dimînin. Ji ber vê bûna berfîna şoreşê zehmet e. Belê, tevî her tiştî divê mirov moral bide xwe û bizane ji xweşikbûnên jiyanê tehm bigire. Çavkaniya me ya moralê Rêber Apo, şehîd û mirovên hêja yên ji wan hez dikin e. Yanî ji ber vê divê mirov şoreşgertiya herî bi heybet bijî. Şoreşgerî pêşbaziya maratonekê ye, di bezê de sekn nîne, di şoreşgeriyê de rawestandin nîne. Şoreşgerî û Apobûyîn ava jiyanê ye. Her çendî mirov vexwe jê têr nabe. Divê mirov xwe di nav vî ruhî û ava zelal de ji nû ve ava bike. Bi pakbûna zarokekê mirov xwe û jiyanê keşf bike.
Belê, hevaltiya Apoyî di her kêliya jiyanê de xwe dide hîskirin û jiyîn. Ma wê di nav vê robarê de kîjan hêz qîrînên me bitebisîne?! Em mîna zarokan bi avê dilîzin. Em avê dibijiqînin hevdu. Ava di destê me de belav dibe û mîna dilopên baranê bi ser me de dibare. Jiyana şoreşgerên Apoyî bi qasî cîhana zarokan pîr û pak e. Jiyanek xwezayî û kolektîf heye. Kolektivîzim azadî û jiyanek xweşik dixuliqîne. Ya jiyana şoreşgeran balkêş dike yekbûna rUh û jiyana kolektîf e. Dema jiyan wisa diherike ez hewl didim bigihim vê herikînê. Jinên Apoyî ji ber vê pak û xwerûbûnê ye evqas hez dikirin û dilrehm in. Jin ji jiyanê hez dike û wê azad dike. Mirov nikare jiyan û jinê bê hezkirin bihizire. Şoreşger kedkar û şervanên herî mezin ên hezkirinê ne.
Rêwîtiya me dibe zeryaya hezkirinê ya herî mezin. Her şopdara/ê heqîqetê têra dilê xwe kêfxweş e. Hezkirina şervanên Apoyî qezenckirin erdembûna herî bilind e. Divê em kuantomîk nêzî jiyan, cîhan û gerdûnê bibin. Paşverûtiya dîn civaka me ber bi tarîtiyê ve dibe. Em şoreşgerên dilê xwe dane bîrdoziya Rêber Apo ne. Gelo jiyana Rêbertî dê hîn çi fêrî me bike, çi nîşanî me bike! Jiyan bi êş, zehmetî, kêfxweşî û dilşadiyan ve dagirtiye. Mirov dikare hemûyan di kêliyê de bijî. Dikare were pirsîn ev çawa dibe, lê tê jiyîn. Yek jî ger mirov şoreşger be mirov Dê vê bi awayekÎ zelal bijî û dijî. Kêfxweşiyên me jî li gor kes, cih, dem û rewşê diguhere. Di şoreşa me de gelek xwedawend û leheng di dema xwe de bi rola xwe rabûne û mohra xwe li dîrok û dilê mirovan dane. Dîrokek me ya bi êş heye. Mirov hinek caran bi qasî zeryayekê kûr e, xwedî nêrînek rast û zelal e. Hinek caran kêliyên wisa hene hestên me di dilê me de dîl tên girtin. Dîl tên girtin hevok. Dilê her şoreşgerekê/î bi hêvî û evînan dagirtiye. Ji bo hêviyên xwe pêk bîne, li hemberê êş û zehmetiyên bêhempa li ber xwe dide. Hemû hewldan ji bo jiyanek azad ava bike û pêşerojek azad diyarî zarokên nû ji dayik dibin bike ne. Bûna şervanên azadiyê yên neteweyê bêguman ne hêsan e! Kesayet û hestek muhteşem divê. Em bi fikir û hestên xwe dest bi hezkirina jiyan, mirov û xwezayê dikin. Mirov carinan ji hemû deman re meydan dixwîne û di vê kêliya demê de tiştên ji bo wê mirov serî hilde ewqas pir in.
Bi taybet li hemberî neheqî, pêşbiryar û bêmafiyan xwe bi hêrsê dipêçin û serî hildidin. Her çendî gelek caran bibe rêya bidestxistina azadiyê jî gelek caran weke agirê bi pûş bikeve dibe sedema mirov pir tiştên hêja ji dest bide. Em bi navê azadiyê derketine ser rê û serî hildidin. Erê, em li dû hezkirin û jiyana bi wate ne. Ger mirov xwe baş gurçûpêş nekiribe, rastiya pergal û dijmin nedahûrandibe mirov dê bikevî xefikê. Mirov dê nikaribe xwe ji bûna pariyê pergalê rizgar bike. Mirov dê koletiya herî kûr bijî. Wê tenê şansê hênasegirtinê ji bo mirov bihêlin. Ji lewra divê mirov di ramana xwe de azad be, hemû dîwaran derbas bike û hemû sînoran rake. Mirov dê bi raman û hestên xwe li gerdûnê bigere, bikeve ser rêya herîkîna dîrokê û weke bifire.
Nêveng paqij nebe divê ji şêwazê wê yê lêhûrbûnê bê lêpirsînkirin. Dema lêhûrbûna mirov komî ser hev nebe, teqez xwe di şêwe û nêzîkatiyên wê de diyar dibe, atmosferek belav ava dibe. Em pêşeng û hilberînerên jiyanek nû ne. Ji bo jiyanek nû di serî de baş dahûrandina demboriyê pêwîst e. Divê yên xerab bên redkirin, an dê şibandin derkeve holê. Der barê tiştên kevin û nû de dahûrandinên Rêber Apo yên pir şênber, zelal hene. Herê zêde jî Tevgera Apoyî xwedî dahûrandinên pir kûr e. Dema li gor xwe kêfxweşibûn çêdibe jiyana nû hembêzkirin çêdibe û mirov li hemberî ya kevin hêrs dibe. Ev rewş û ruhek balkêş e.




