Dîrok û Nasname
CÛDÎ CIZÎR-HELBEST

Hebûn dîrok û nasnameya min
Li ser rûpela zêrîn zimanê min jêre pênûs e
Rûyê min jêre lênûsk e û hevokên min jêre pênûs e
Weke navê rojê bûyeran vedibêjim
Serdestan min ji ser deftera dîrokê avêtin
Bi şûrê xwe pênûsa min şikandin
Kuştina min ji xwe re serkeftin dîtin
Welatê min nenas kirin
Helwestên min qedexe kirin
Dewlemend bûm min xizan kirin
Roj tarî kirin li ser welatê min
Hemû diz li warê min civîyan lê nekarîn
Ne dengê min ne jî vejîna min bêdeng bikin
Lewma ez ê xwe ji dîrokê re bikim xelat
Xwe ji gelê xwe re bikim diyarî
Dîroka min ji şûrên wan xurttir e
Di kêliya serdemê de bibim zimanê rastiyê
Bi lênûsê nasnameya xwe ronak bikim
Nasnameya min bi qasî xwezayê fireh
Bi qasî pak e
Ji rondikên asîman zelaltir e
Min bi qîrînên çavên xwe sînor teqantin
Welatê min li ser kefa destê min kolandî ye
Di bîr û ramana min de cih girtiye
Lewma hebûna min efsane ye