‘Di pêşengiya jinan de em ê civaka demokratîk ava bikin’
Ji raya giştî û çapemeniyê re

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya di encama ked, berxwedan û têkoşîneke pîroz de hatiye qebûlkirin, di serî de li pêşengê mirovatiyê Rêber Apo, li tevahî jin û civakên azadîxwaz pîroz be.
Rêber Apo bi têkoşîna zêdetirî ji nîv sedsalê li hemberî serwerên herî zalim ên pergala mêrperest, rêya azadiyê ji bo gelên bindest û jinan heya dawiyê vekir.
Jinên şoreşger û kedkar di ronahiya fikir û ramanên Rêber Apo de xwe bi rêxistin kirin û gihiştin asta xwedawendiyê. Zîlan, Sema, Sara, Bêrîtan, Avesta, Ronahî Ereb, Barîn, Arîn Mîrkan û hwd. bi sedan şêrejin mîras û têkoşîna Roza Luksemburg û Clara Zetkîn bi pîroziyeke herî mezin heya roja me ya îro anîn.
Îro bi hezaran heval û hevrêyên me yên jin li hember her cure dagirkeriyê ji bo parastina keramet û rûmeta gelan di çeperên berxwedanê yên herî pêş de cih digirin.
Azadî û wekheviya bi bîrdoziya Rêber Apo hatiye strandin di pêşengiya şervanên Apoyî de ji çiyayên Kurdistan xwe ber bi deşt, gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berda û şoreşeke herî bi nirx a di pêşengiya jinan de hat avakirin. Ev şoreş îro li tevahî kolan, tax û qadên cîhanê veguheriye dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ji hemû jinan re dibe îlhama berxwedan û têkoşînê.
Weke gaziyên jin bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê em bang li hemû jinên cîhanê dikin û dibêjin, werin em bibin yek û li hember pergala mêrperest, jin û civakan azad bikin.
Rêber Apo ji bo jin û civakê gelek têkoşîn û berxwedanî kir. Îro jî dem hatiye em ji vê têkoşîna bilind re bibin bersiv û berxwedana xwe bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin. Tenê bi têkoşîn û berxwedanê em ê karibin cîhanê ji hişmendiya mêrperest a hegemon û desthilatdar rizgar bikin, paradîgmaya Rêber Apo pêş bixin û civaka demokratîk ava bikin.
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
08.03.2025