Di cenga azadiyê de dîrokek tijî têkoşîn
Cûdî Cizîr

Hinek caran pir tişt hene ku mirov bîne ser ziman, lê ne peyvên mirov têrê dikin ne jî hêza fizikî. Ji ber vê jî li cihê peyvên mirov xilas dibin, pênûs dest bi nivîsandinê dike. Mirov dikare ronahiya xweşikbûna dilê xwe bi tîrêjên azadiyê bi pênûsê re derxe holê. Hinek dem hene pêwîst e mirov bijî. Demên wisa ne ku berî mirov bijî, hewce ye mirov xewn û xeyalên xwe ji wan roj û deman re ava bike. Ew xewn û xeyal dema li deriyê rastiyê dixin heqîqet, di hizir û hestan de tê strandin. Mirov bi pênûsê ji dilê xwe yê zêrîn, bi asîmanên şîn, bi hêviyên rojên geş, çalakiya jiyana nû dinivisîne.
Lênûs û pênûs çavkaniya jiyanê ne. Ji ber vê hestên di dile mirov de mezin in. Mîna çemên Dîcle û Firat diherikin ser rûpelên dlênûsa pak. Di wê demê de ne rûpel têra mirov dikin, ne jî pênûs têra nivîsandina hestên mirov dike. Ji ber êdî fikir bi bask dibe û li ser axa pîroz difire. Her ku dûr diçe ew qas mezin dibe. Ji ber êdî fikir dibe têkoşîn, dijminê derdora xwe dişewitîne û wenda dike. Êdî ew fikir dara hişk bûye ji nû ve hêşîn dike. Bang dike hemû mirovan û dibêje ‘Rabin, Bibînin, Bertek Nîşan Bidin!’ Di wê demê de erd dilerize, ba qîr dike, agir hêrs dibe û hemû stêrk li ezman kom dibin. Her yek ji cihekî tevlî vê cengê dibin. Ev ceng, cenga mirovahiyê ye, cenga hebûnê ye, cenga azadiyê ye, cenga wekheviyê ye. Ev têkoşîn her diçe geş dibe, her diçe mezin dibe govenda azadiyê. Ev jî dibe xelekek li derdora Rojê.
Gelên azadîxwaz bi agirê bedena xwe bi tililîyan dizîvirin li derdora Rojê. Di wê demê de hemû gerdûn dibe yek û silav dide Rojê. Gelên azadîxwaz dirûşma, ‘BERXWEDAN JIYAN E’ li ser rûpelên dîrokê bi tîpên zêrîn dinivîsin. Ji bo hemû mirovahiyê dibe meşaleyek ji têkoşînê. Bi rûkenî û berxwedana xwe rêya heqîqeta jiyanê nîşanî mirovahî dide. Ji ber ev gel bi fikrên Rêber Apo hebûna xwe nas kir. Ji bo vê yekê ger mirov behsa gelê Kurd dike, wê demê şer, pevçûn, zehmetî, birçîbûn, şehadet, qehremantî û ruhê hevaltiya bêhempa tê hişê mirovan. Yanî gelê qehreman jiyana azad bi hemû mirovahiyê re hembêz dike. Şopên dîroka Kurdan nîşaneya rewşa gelê Kurd e. Gele Kurd, bi taybet jî jina Kurd di rêya avakirina îrade û azadiya nasnameya xwe de gelek berdêlên mezin daye. Ji niha şûn ve jî berdêlên wisa wê bide.
Mirov dikare bibêje, zanista jin û jiyanê bi hev re ne. Dema ev her du bi hev re tên lêkolînkirin, zanistek pir xurt li ser xwezaya jin û jiyanê pêş dikeve. Ji zanista herî kûr re dibêjin evîn. Dema zanistê xwe gihand asta evînê, di vir de di asta herî bilind de heqîqet pêk tê. Mirov wisa digihe asta herî bilind a zanistê, mirov wisa hîn zêde ronî dibe, hîn zêde dikeve nav evînê. Ji lewra ew hezkiriyên azadîxwaz û ew bazên tolhildanê yên bi şev û roj dixebitin, ji bo armancekê û vê xaka pîroz li ber çavên me û di hizrên me de qet wenda nabin, nayê jibîrkirin. Weke lêdana dilan tim bi coş û heyecana xwe me zindî dikin.
Şervanên Apoyî bê rawestan dixwazin bi vîn û hêviya xwe gelê Kurd û mirovahiyê ji tarîtiya bindestiyê ber bi ronahiya jiyaneke nûrojî ve bibin. Şoreşgerên Apoyî bi têkoşîna xwe ev gel ber bi welatê agir û rojê ve dibin. Weke pêlên deryayê yên ti qeyd û bendan nas nakin û tim dixwazin xwe bigihînin tîrêjên roja azad. Wan bi dil û giyanê xwe yê şanaz û hêvîdar hembêz bikin.
Kêliyên welê hene ku mirov di mejiyê xwe de dikeve nava kaosê. Di nava her kaosê de têkoşîneke bêhempa ya rizgarkirinê tê meşandin. Ew têkoşîn dibe sedem ku mîna pitikek nû ji dayikbûyî jiyan bi mirov dide hîskirin. Ji bo jinûve jidayikbûn û afirandinê divê mirov bi xurtî ji nav şerê kaosa nava xwe derkevin. Gelek pîvanên şoreşgertî bi berbiçavî di vê demê de xwe dide xuyakirin. Dê ev weke gaziyên vê dozê wê ji me re her tim bibin pîvana jiyanê. Ji lewra pêwîst e em tîrêjên azadiyê yên ronahiyê hembêz bikin. Pêwîstî pê heye em bibin xizmetkarê vê doza berxwedaniyê… Em bi Rêber Apo re nefes didin û digirin ji bo vê Rêber Apo nirxê me yê herî mezin e.




