Delala ber dilê min Şengala Rengîn

Ey delala dilê min, ev çi qiyamete bi ser te de dibare?
Ev çi tofane destê xwe ji te naqere?
Xwezî min karibya te hemêz bikim û
Wan destê qirêj ê li ser te bidim aliyekê
Xwezî min karibya te bigrim hemêza xwe û
hemû tofanên li ser te
bigrim ser laşê xwe.
Şengala rengîn!
Delala dilê min!
Warê Derwêş û Edûlan!
Tu xemgînî
Ez dizanim
Dilop bi dilop,
Xwîna Kurdan li ser xaka te diherike.
Ey hawar ev çi dewrane?
Ev çi dîroke?
Ev çi tovê îxanetê ye dev ji me Kurdan bernade?
Ev çi rastiye bira bira dikuje,
Xwîşk silav nade xwîşka xwe,
Dayik zarokê xwe nehlet dike?
Ev çi birane
Qaşo te diparêzin lê
Te dikin parî û didin ber devê dijminên te yê herî wehşî?
Delala ber dilê min!
Şengala rengîn!
Wê rojek were û
Di nav pelên dîroka sipî de Edûleyên te bibin keçên zêrîn
Wê Derwêşên te yek bi yek bibin Mazlum û Kemal
Wê dîrok bi çelengiya keç û xortên te
Bibe xezeb û bibare ser rûyê îxanetkaran
Wê dîrok wan mirovên ku te kirine pariyê Ereb, Tirk û Farsan
Rûreş bike, rûreş bike
Tenê tu sebir bike delala ber dilê min
Şengala Rengîn!
(Ji bo bîranîna şehîd Nujiyan Erhan)




