Ciwan pêşeng û serkêşên civakê ne 

Lava Eyo

Rol û mîsyona ciwanan di civakê de gelekî girîng û li pêş e.  Divê civak jî wê girîngiyê bide ciwanan û xwedî li wan derkeve. Ji bo ew jî bi xwe bawer bibin, xizmeta civaka xwe bikin, ji dil û can têkoşîn bikin ev pir hêja ye. Di nav hemû civakan de ciwan pêşeng in, lê pergala sermayedar ciwan li paş hiştine û ev jî pir bi zanebûn tê kirin.

Niyeta pergalê jî ew e ku civakê bêparastin bihêle. Rêber Apo gelekî girîngiyê dide hêza ciwanan û timî bi perwerdeya wan re mijûl bû. Weke du baskên Tevgerê jin û ciwan rêxistin kirin, rol û mîsyona pêşengtiyê da wan û ew derxistin pêş. Niha jî em dibînin ku ciwanên Kurd û bi taybet jî jinên ciwan di sengerên herî pêş de şer dikin, xak û şerefa xwe diparêzin, xwedî li projeya Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk derdikevin. Her wiha weke hêza parastvan serkêşiyê dikin.

Bi sedan jinên ciwan li ser rêya Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û hwd. şervan û milîtanên wêrek têkoşîna keramet û rûmetê  dimeşînin. Rêber Apo dibêje, “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî serketinê qezenc bikin.” Ez jî weke ciwaneke Kurd û azadîxwaz dibêjim, teqez divê em xwe perwerde bikin, haya me ji rewşa welatê me hebe.

Hewce ye em xwe di siyasetê de kûr bikin û ji xwe bawer bin. Ez weke ferd her hewl didim tiştên nû fêr bibim û xwe zana bikim. Jixwe eger mirov zanabe qet nayê xapandin. Mirov bi zanebûnê dijî û his dike ku weke hebûnekê heye. Bi vî rengî vîna mirov jî tê dîtin. Divê hemû ciwanên welatê me haj li xwe hebin, nekevin xefka siyaseta hêzên sermayedar, xwe bi zanebûnê bi xemilînin û xizmeta civaka xwe bikin.

Dema ez li ser civaka xwe ya Kurd dihizirim gelekî xembar dibim. Gelek ciwanên me hene ku qet dibistan jî nexwendine. Ji ber malbatên wan feqîr in, zarokên xwe di temenekî pir biçûk didin ser karan. Jixwe hêzên dagirker li ser esasê şerê taybet dixwazin ciwanên Kurd bixînin. Di vir de dîsa rol dikeve ser ciwanên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gurçûpêş kirine û pêş xistine.

Divê ciwanên Apoyî di vê mijarê de civakê û bi taybet giştî ciwanan li hember wan rêbazên şerê taybet ên dagirkeriyê hişyar bikin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe rizgarkirina ji hemû pirsgirêkan çavkaniya herî dewlemend a çareseriyane. Divê em kesekî li derveyî fikir û felsefeya  Rêber Apo nehêlin. Ev erkeke me ya herî mirovî û însanî ye.

Ez careke din bang li ciwanan dikim ku ji her kesî zêdetir xwe zana bikin. Ji bo em layiqî ked û têkoşîna Rêberê xwe bibin, divê em xwe baş pêş bixin. Em ciwanên Kurd pir bi şans in ku Rêberekî me wek, Rêber Apo heye.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button