Çeteyên HTŞ’ê wê hîn çiqasî Sûriyeyê tevlîhev bikin?
Asya Weşûkanî

Di serê mirov de pirseke wiha balkêş çêdibe û mirov dihizire gelo wê çeteyên tundrew wê Sûriyeyê ber bi kîjan kaşê xeternak de dehf bidin û teqlo meqlo bikin. Teqez divê Rêveberiya HTŞ’ê xwe di ber çavan re derbas bike, bibînin bê ka çete di bin baskên wan de çi kiryarên xerab dikin û rojane çawa mirovên sivîl bi rêbazên hovane dikujin, dest diavêjin rûmeta xelkên bêguneh. Heke rewşa Sûriyeyê wiha berdewam bike wê rojane bi sedan mirov werin kuştin û wê şerê navxweyî li tevahî Sûriyeyê were belavkirin. Wê rewşa welat û ewlekariya xelkê gelekî xerab bibe û wê jiyan li wan bibe weke dojehê.
Ev saleke ku rewşa gelên Sûriyeyê ya jiyanî di nav tengezariyê de ye û ev jî sedema xwe tenê çeteyên DAÎŞ’ê nîne. Çeteyên HTŞ’ê ji çeteyên DAÎŞ’ê hîn xerabtir in û xelk ji ber wan gelekî zehmetiyê dikişînin. Rojane li herêmên di bin venêrîna pergala veguhêz de, herî zêde jî li herêmên perava Sûriyeyê û ji Siwêdayê heya Hums, Dera, Tertus û Şamê jî rewşên pir bi aloz têne jiyîn û wiha li xelkê hatiye ku hew dikarin serê xwe ji malê derînin. Jiyan li civakê rawestiyaye û ji xwe jin ditirsin ku ji mal derkevin, bêne revandin yan jî rastî destdirêjiyê werin.
Ez bawer nakim ku rêveberiya hikûmeta veguhêz haya xwe ji hemû kiryarên peyên xwe hebin û jixwe pir zehmet e li ser wan karibe kontrolekê jî çêbike. Nexasim eger ew kes çete bin û welat jî weke hara ku her kes destê wî jêreye, yanî kî çawa dixwaze wiha dike û wê hişmendiya çeteyan çi bixwaze gelo? Teqez wê kuştin, talan, dizî û destdirêjiya li ser namûsa xelkê be û weke em dibînin rojane bûyerên wiha sosret têne jiyîn. Lê mixabin rêveberiya hikûmeta veguhêz qet nikare hakimiyetê çêbike. Li şûna ku hakimiyetê li ser çeteyên bêsînor çêbike, hewl dide serweriya xwe li ser hêzên parastina gel û hêzên li Siwêdayê di çarçoveya parastina rewa de bergiriya xelkê xwe dikin bike.
Pergala veguhêz ji wan herêmên mijara gotinê re hincetan dibînin, êrîş dibin ser wan û di êrîşên xwe de jî ti sînor û pîvanan nas nakin. Heke em ferz bikin ku haya rayedarên hikûmeta veguhêz ji kiryarên çeteyên xwe tineye, ev tê wê wateyê ku hakimiyeta wan li ser ti rewşê nîne, li ber tiştekî nînin û wiha rewş hîn xerabtir dibe. Pirsgirêka Beşar Esed jî heman tişt bû. Yanî li ser rêvebirina welat hakim nedibû. Eger hİkûmeta veguhêz jî wiha berdewam bike wê rewşa wan jî heman tişt be. Li gorî nêrîna min divê hikûmeta veguhêz demildest xwe veguherîne, pergala demokratîk ji xwe re weke pergal hilbijêre û ji derveyî vê ti hilbijêrkên din tinene.
Di van demên dawiyê de çeteyên hikûmeta veguhêz li hemberî hêzên QSD’ê hinek tevgerên ji derveyî pîvanên peymana di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de kirin. Ez texmîn dikim ku ev hewldanên wan bi hedefa xerabkirina diyalog û hevdu fêmkirinê bûn. Dibe ku hinek hedefên wan ên cuda jî hebûn. Çend caran jî hêzên çete hewl dan êrîşî hêzên QSD’ê bikin û wan tehrîk bikin. Lê ji ber hêzên QSD’ê rêxistinkirî ne dikarîn li ser yekîneyên xwe hakimiyetê çêbikin. Me di îna çûyî de dît ku çeteyên HTŞ’ê dijberî hêzên QSD’ê û bi dirûşma bila QSD ji Cezîra Sûriyeyê derkeve xwepêşandan kirin. Ew helwesta wan kenê mirovan dianî.
Ji ber her kes dizane ku di serdema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de fermandar û şervanên QSD’ê gel parastin û ji derveyî wan ti hêz tine bûn. Pêwîst e ti kes jî xwe nexapîne û nebêje me xwe parast. Eger hêzên QSD’ê û YPJ’ê tinebana wê komkujiyên pir mezin pêk hatibana, wê welatê me niha di bin hukmê DAÎŞ’ê de ba. Wê niha Sûriye jî bûba weke Efganistan û Xezayê. Divê berxwedan û keda fermandar, şervan û gel were dîtin. Tu kes nikare wê têkoşînê ji nedîtî ve were û wê berxwedanê înkar bike. Gelê Sûriyeyê û nexasim jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî ked û têkoşîneke bêhempa ye. Gelên van herêman gelek ewladên xwe yên giranbiha fedayî şoreşê kirin û hîn jî zarokên xwe yên çeleng feda dikin.
Xelkên Sûriyeyê gelek zor û zehmetî dîtin. Hîn jî di nava, zor û zehmetiyan de dijîn. Rojane li nava kolanan dengê xwe bilind dikin û dibêjin, “Bê Serok jiyan nabe. Em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe dixwazin.” Li kêleka wê jî dirûşm û pergala navendî qebûl nakin û dibêjin, “Tenê çareserî pergala demokratîk û rêveberiya xweser e.” Gelên Sûriyeyê rastî û şaştî ji nav hev vebijartiye û li heqîqetê digere. Nexasim jî piştî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo xwendine û guhdar kirine, ketine nav hewldana di jiyana xwe ya rojane de pêkan bikin.




